Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet ya Wezîrê Dadê re hevdîtin kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtiyan ên bi dirûşmeya “Edaletê û hiqûqê pêk bîne” dan destpêkirin, bi Midûra Nivîsgeha Taybet û Amirê Tetkîkê yê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê pêk anîn.

Çalakiya “Edaletê û hiqûqê pêk bîn” a bi pêşengiya malbatên girtiyan ku bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, berdewam dike. Malbatên girtiyan sê hefte li ser hev çûbûn Enqereyê ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin lê hatibûn astengkirin. Ev demek dirêj bû malbatên girtiyan dixwestin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin û ev xwesteka wan bi cih hat. Lê bi hinceta ku Yilmaz Tunç di civîna MYK’ê de ye, Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezaretê Buşra Selek û Amire Tetkîkê Îrfan Yilmaz bi malbatan re hevdîtin pêk anîn.

Li ser navê malbatan sê kes wek nûner beşdarî hevdîtinê bûn. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê Burcugul Çubuk û Serhat Eren jî di hevdîtinê de cih girtin.

Malbatan di hevdîtinê de neheqî û bêhiqûqiyên li wan û girtiyan tên kirin anîn ziman. Malbatan gotiye, “Heta ku em bi Wezîr Yilmaz Tunç re hevdîtinê nekin, em ê bi hezaran rê bimeşin. Ji ber rewşa zarokên xwe girtî em nikarin li malên xwe rûnên. Zarokên me girtî nexweş in û di bin tecrîdê de ne. Em ê rewşa ku zarokên me têde ne qebûl nekin.”

Selek û Yilmaz têkildarî hevdîtinê notên xwe girtin û diyar kirine ku wê nêrînên mabaltan bi wezîr bigihînin.