ROJEVA 13.06.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Li xaçerêya duyemîn a Kurdsatê ya Silêmaniyê, tîma “Goyje Biparêze” dê ji bo rawestandina yekeyên niştecihbûnê yên li Çiyayê Goyjeyê tên çêkirin, çalakiyek girseyî li dar bixe. (10:00)

-Li Nexweşxaneya Hêvî ya Silêmaniyê, pirtûka ‘Hêz di min de ye, ne di pençeşêrê de ye’ ku berhevoka çîrokên rast ên nexweşên penceşêrê yên nexweşxaneya Hêvî ye û beramberî nexweşiyê bi ser ketine, sê were nîşandan.(16:00)

-Li dijî xespkirina vîna gel, îro wê li Colemêrgê xwepêşandanek girseyî were lidarxistin.

-Rojnamevan Silêman Ehmed 233 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

-Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeran dewam dike.

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin.

-Nakokiyên li ser walitiya Kerkûkê dewam dikin.

-Rêveberiya Çandiniyê ya Kelarê dest bi wergirtina genimê cotyarên deverê kiriye. Lê cotyarên navçeya Kelarê ji şêwazê wergirtina genim a li sayloyê bi fikarin. Cotyaran gotin; “Ji bo her donimek zevî kêmtirî 250 kîlo genim ji me werdigrin. Ev jî rêjeyek gelek kême û ziyanê digihîne me.”

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê dewam dikin, çalakvanên Derbendîxanê gotin; “Çekên ku dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê bikartîne, bandorek xirab li tenduristiya welatî û jîngehê dikin, divê rê li êrişên dewleta Tirk bê girtin.”

-Perwîn Fatîh da zanîn ku piştî Cejna Qurbanê wê yekemîn civîna Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bê lidarxistin û pêşniyarî ji Sûdanî re kir ku eger aliyên siyasî negihin lihevkirinekê, bila Wezîrê Dadê yê Iraqê wek Parêzgarê Kerkûkê destnîşan bike.”