Li Amêdiyê şerek dijwar rû da

NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên dereng ên şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê şereke dijwar qewimî. Li gor zanyariyan gerîlayan derbek giran li artêşa Tirk xistin.

Li gor dîmenên ku bi dest ajansa me ketine, di saetên dereng ên şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê şerek dijwar rû da.

Di dîmenan de guleyên ku bi hewayê de diçin tê dîtin, her wiha dengê guleyan û teqînek mezin tê bihîstin.

Li gor zanyariyan teqîn li nava baregeh û çeperên artêşa Tirk de rû daye.

Heta niha zanyariyên zelaltir li ser vî şerî nehatine bidestxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî hîna ti daxuyaniyek nedaye.

(kş)