Helîkopterên dewleta Tirk li ser asîmanê Berwarî Bala digerin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên borî de artêşa Tirk bi sedan wesayîtên zirxî, çekên giran û hezaran leşker veguhest devera Berwarî Bala ya ser bi bajaroka Amêdiyê. Îro jî helîkopterên şer yên artêşa Tirk bi nizmî li ser asîmanê deverê digerin.

Piştî ku di rojên borî de artêşa Tirk bi sedan wesayîtên zirxî, çekên giran û hezaran leşkerên xwe derbasî devera Berwarî Bala û gundên Kanî Masiyê ya ser bi Amêdiyê kir, îro jî helîkopterên artêşa Tirk bi nizmî li ser asîmanê devera Berwarî Bala de difirin.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirk li nava gundên deverê de bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî dike, li navbera hin gundan bendên kontrolê danîne û heta niha 10 welatiyên deverê binçav kirine.

Heta niha ne hikûmeta Iraqê nejî hikûmeta demborî ya Herêmê ti helwestek li dijî van êriş û sewqiyatên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêm û Iraqê nîşan nedane.

(kş)