‘Wê Tirkiye tevgera leşkerî li Hewlêrê jî bide destpêkirin!’

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêmê bi qasî dagirkeriya Tirkiyeyê metirsîdare û got; “Enqere ji bo Hewlêrê jî xwedî plane û tevgera leşkerî wê li bajarokê Çoman û Mêrgesorê yên Hewlêrê jî destpê bikin.”

Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û bêdengiya hikumeta Iraq û Hewlêrê ya dijî dagirkeriyê daxuyaniyek belav kir.

Elî Heme Salih destpêkê balkêşa ser ambargoya dewleta Tirk ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê û got; “Sucdariyên rojnemeyên Tirkiyeyê yên li ser balafirxaneya Silêmaniyê ku dibêjin ‘ji bo veguhestina balafirên bê mirov, moşekên Îranî û Emerîkî ji bo PKK’ê û şervanan’ tê bikaranîn, sucdariyên gelek metirsîdarin. Divê Hikumeta Herêmê van sucdariyan red bike. Herwiha divê Hikumeta Herêmê li ser van sucdariyan karên cidî bike û ji bo çavdêriyê nûnerên welatan vexwendiba balafirxaneyê, lê mixabin hikumet bêdenge.”

Li gorî Elî Heme Salih Dihok di hedefa Tirkiyeyê de û dibêje; “Di nava 12 rojan de Tirkiye leşker û hêzek zêde aniye sînorên Herêma Kurdistanê. Eger ev pêngava Tirkiyeyê bigihi serî, Enqere wê ji bo Hewlêrê jî xwedî plan be. Tevgera leşkerî wê li bajarokên Mêrgesor û Çomanê jî çêbibe, wê bi vê re jî pirsgirêk û metirsiye mezin li ser Hewlêrê çêbibe.”

Elî Heme Salih ragihand ku her kes bêdenge, Hikumeta Iraq û Herêmê, hêzên siyasî jî bêdengin, ev bêdengî bi qasî dagirkerya dewleta Tirk metirsîdare.

عەلی‌ حەمە ساڵح

Tirkiyeyê red kiribû: Bi belgeyan derket holê ku Artêşa Tirk li Dihokê nasnameyan kontrol dike

CPT: Artêşa Tirk 300 tank û wesayîtên zirxî anîne nav xaka Herêmê