Iraq û PDK’ê li dijî PKK’ê senaryoyek nû çêkirin!

NAVENDA NÛÇEYAN

PDK’ê di dawiyê Iraqê jî kir hevkarê dagirkeriyê, PDK û Hikumeta Iraqê sucên komên nijadperest yên Tirkiyeyê diparêze û bi senaryoyek nû şewatên di dema dawî de li Herêma Kurdistanê rûdayîn, dixe stûyê PKK’ê de. Lê di heman daxuyaniyê de, senaryoya xwe direwîn derxistin!

Îro berdevkê Wezareta Karên Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî ku ser bi PDK’ê ye, li ser bûyerên şewatê yên di demên dawî de, daxuyaniyek hevpar dan.

Destpêkê berdevkê Wezareta Karên Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî axivî û da zanîn ku li ser şewatên di demên dawî de li Iraq û Herêma Kurdistanê çend kesek hatine binçavkirin. Mîqdad Mîrî di axaftina xwe de idea kir ku kesên hatine binçavkirin di encama lêpirsînan de derketiye holê ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne.

Piştre Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî axivî. Mîranî da zanîn du kesên hatin binçavkirin navê wan Huner Fexredîn Ehmed ku karmendê Yekîneya 70’ê ya ser bi YNK’ê ye, yê din jî bi navê Mihemed Necat Hesene û efserê Dije Terora Silêmaniyê ye.

Senaryoyê bi xwe direwîn derxistin

Her du berpirsên Iraq û Herêmê di heman daxuyaniya çapemeniya hevpar de hevdû direwîn derdixin.

Berdevkê Wezareta Karê Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî bûyeran dixe stûyê PKK’ê lê Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî jî dibêje yek ji kesên bûyer pêkaniye, pêşmergeye û yê din jî endamê Dije Terora Silêmaniyê û PKK’ê alîkariya wan kiriye.

Ev senaryoya PDK û Iraqê di demek wiha de hatiye amadekirin, di dema borî de piştî her bûyerek şewatê, koma netewperest ya bi navê Rêxistina Peymana Milî di malpera xwe de berpirsyartiya bûyerên şewatê digirt ser xwe.

Tevî koma faşîst ya Tirkiyeyê ragihand ku wana bazarên Hewlêr û Kerkûkê şewitandine, lê ne hikumeta Iraq ne jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav nekirin.

Aliyek din yê vê senaryoya direw, xwe dispêre serdanên dewleta Tirk yên ji serê salê ve ji bo Bexda û Hewlêrê. Aramanca dewleta Tirk ewe ku weke PDK’ê Iraqê jî di êrişên xwe yên dijî PKK’ê de bikarbîne. Niha Hikumeta Iraq û PDK bi vê senaryoyê dixwazin hevkariya xwe bi dewleta Tirk re nîşan bidin.

Di 22’ê Hezîranê (2024) de di nava 3 rojan de dewleta Tirk zêdetirî 300 tank, top, wesayîtên zirxî û sedan leşker şand bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê. Armanca vê sewqiyata leşkerî, berfirehkirina dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.

Lê yên ku rê nadin dagirkeran û bersiva êrişên dewlet a Tirk a dagirker didin, tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Niha jî yên ku dixwazin êrişan rewa bikin, yên ku vê senaryoya bi xwe jî direw derxistinin.

Li gorî peyamên beşek ji çavdêran, tê gotin rayedarên binemala Barzanî bi xwe bazaran di şewitînin da ku esnaf dikanên xwe vale bikin û cihê bazarê avahiyên mezin ava bikin.

Piştî bûyerên şewatê û kontrolkirina wan, hertim berpirsên îdareya Hewlêr û Dihokê bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandin ku sedema şewatê tenê temasa ceyranê bûn.

Lê divê senaryoya çêkirî de, qet behsa wan daxuyaniyên rayedarên Hewlêr û Dihokê nehatiye kirin.

Niha li gorî vê senaryoyê xelkê herêmê vê pirsê dike; “Niha em nizanin ev her 3 kesên hatine binçavkirin, PKK’ne yan jî YNK’ne, yan jî qurbanên senaryoya hatî çêkirinin.”