Rola PKK’ê ya di parastina rûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de

NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2014’an de Iraq û Başûrê Kurdistanê dibin siya tarî ya çeteyên DAIŞ’ê de ma, ev êrişên hovane metirsiyek mezin xist ser gelên Iraq û Herêma Kurdistanê. Lê li dijî vê gefên hov, PKK’ê qehremaniyek mezin nîşanda. PKK’ê ji bo gelên Iraq û Başûrê Kurdistanê bedelên mezin da, gerîlayên PKK’ê wê demê ji aliyê hikumeta Iraqê, parlamento û serokwezîrê berê yê wê de mê,Heyder Ebadî ve hatin pîrozkirin.

٦

Ji Şengalê heta Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr, Gulale û Xurmatû bi dirêjiya hezar kîlometreyan gerîlayên azadiya Kurdistanê mil bi milê pêşmergeyan di yek çeperê de ji bo parastina Başûrê Kurdistanê xwîn rijandin û rê li pêşiya metirsiya DAIŞ’ê girtin.

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê bajarê Musilê dagirkirin û berê êrişên xwe dan ser xaka Herêma Kurdistanê, welatiyên Herêma Kurdistanê û bi taybet bi fermî rayedarên Herêma Kurdistanê û PDK’ê daxwaz ji PKK’ê kirin ku ji bo parastina Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan bikin.

Tirkiye bi hewara wan nehat

Di dema destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Mexmûrê ku nêzî Hewlêrê dibûn de, ji beriya hemû aliyên Herêma Kurdistanê PDK’ê hewara xwe gihand Tirkiyeyê ji bo Hewlêrê bi parêze. Lê Tirkiye hewara wan nehat û bersiva daxwaza wan neda.

Dewleta Tirk a dagirker ku PDK wê wek dost û hevpeymanê xwe dibîne, tevî ku ti bersivek neda Herêmê, di ser de jî alîkarî da komên çete yên DAIŞ’ê. Ev yek jî bi belge û şahidan eşkere bû û di ragihandinan de jî hate belavkirin. Li aliyê din gerîlayên PKK’ê, ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan çeperên şer û li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Wê demê Hikûmeta Herêmê û partiyên siyasî yên Başûr bi fermî daxwaz ji PKK’ê kirin ku gerîla bi hewara Herêmê de were.

Li gorî çavkaniyek taybet, wê demê di asta bilind de rayedarên PDK’ê bi rêya Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK’ê Şehîd Zekî Şengalî daxwaz ji PKK’ê kirin ku bi dayîna daxuyaniyek tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibin. PKK’ê jî bi daxuyaniyek bersiv da û piştgiriya xwe ji bo parastina Herêmê ragihand.

Li gorî heman çavkaniyan, daxwaz ji PKK’ê hate kirin ku gerîla bi cilûbergên xwe, bi çek û alên xwe ve di nava bajarên Başûrê Kurdistanê de bi konvoyek wesayîtan bigerin daku moralê gel bilind bibe. Wê demê gerîla bi konvoyek mezin ji Qendîlê berê xwe da çeperên şer. Ji Şengalê heya Kerkûk, Mexmûr, Gulale û Xurmatûyê gerîla ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Gerîla bi hewara Celewla çûn

١١

Di naverasta sala 2014’an de piştî ku bajaroka Gulale (Celewla) bi temamî ket dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de, çeteyan li ser mizgeftan banga xwe radestkirinê li gel kirin. Bi dagirkirina Gulale re deriyê êrişên çeteyan ên ji bo devera Germiyan û derdora wê hate vekirin.

Bi vê yekê re metirsiyek mezin li ser tevayî deverê çêbû. Di wê demê de gerîlayên PKK’ê dibin fermandariya Egîd Kelar de bi hewara hêzên pêşmerge çûn. Hêza gerîla ji aliyê Fermandarê wê eniyê Mehmud Sengawî ve hate pêşwazîkirin. Gerîla û pêşmerge di yek çeperê de hemleya rizgarkirina Gulale dan destpêkirin.

Yek ji gerîlayên ku di şerê Gulale de xwedî rolek qehremanane bû, gerîlayê bi navê Mihemed Ebobekir bi nasnav Dêrsim Germiyanî bû ku bi xwe xelkê Germiyanê bû. Gerîla Dêrsim di 29’ê Gulana 2016’an de li herêma Botan a Bakurê Kurdistanê di şerekî li gel artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Gerîla çawan ji Kerkûkê re bûn mertal?

Piştî dagirkirina bajarê Musilê çeteyên DAIŞ’ê berê xwe de bajaroka Hewîce û Telilwerd û derdora Kerkûkê. Armanca çeteyên DAIŞ’ê dagirkirina Kerkûkê bû. Piştî metirsiya dagirkirinê ket ser Kerkûkê gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ji Qendîlê berê xwe dan Kerkûkê û li kêleka pêşmerge di çeperên pêş ên şer de cihê xwe girtin. Gerîla li gel pêşmerge ji deşta Hewîce ta digihe Daqoq û Heftexar bûn mertal ji bo parastina Kerkûkê. Di wê qonaxê de gerîlayên PKK’ê rola mertalek bi hêz ji bo parastina Kerkûkê lîstin. Bi taybetî di parastina gundên Kakeyiyan de.

DAIŞ’ê yekem hewildana dagirkirina Kerkûkê di dawiya sala 2014’an de di şevek bi mij a Zivistanê de ji Telelwerdê ve êrişek berfireh dan destpêkirin. Di beramber çeteyên DAIŞ’ê de gerîlayên YJA Star û gerîlayên HPG’ê li gel pêşmergeyan çeperên parastinê xûrt kirin. Şerek dijwar ji derengiya şevê ta saetên sibehê berdewam kir. Di encamê de êrişa çeteyan hat şikandin.

Piştî vê berxwedaniyê Şehîd Lîwa Şêrko Fatih Şiwanî wek fermandarê hêza pêşmerge, wê demê wiha qala rola gerîla kiribû; “Ger gerîla di vî şerî de li gel pêşmerge çeper negirtiban û şer nekirban, wê metirsî biketiba ser Kerkûkê.”

Di roja 21’ê Cotmeha 2016’an de carek din nêzî 100 çeteyên DAIŞ’ê di çend aliyek de xwe gihandin nava Kerkûkê. Metirsiya dagirkeriyê ket li ser Kerkûkê. Çeteyan xwe li taxên Yekê Hezîran, Esra Mefqudîn, Dumîz, Tisîn û Hey Eskerî bicih kirin. Piştî vê hewildana çeteyan carek din gerîla derbasî nava Kerkûkê bûn, li gel hêzên ewlehiyê, pêşmerge û welatiyên xwebexş ên Kerkûkê li dijî çeteyan şer kirin. Piştî şerek dijwar di heman rojê de êrişa çeteyan hate şikandin. Di encam êrişê de 72 kes şehîd bûn û 200 kes jî birîndar bûn.

Şengal

Roja 2’yê Tebaxê ango rojek ji beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê, 12 hezar çekdarên girêdayî PDK’ê û hêzên asayîşê bi fermana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Şengalê berdan. Êzidî bê parastin hiştin. Di dema berdana Şengalê de ne tenê çekên xwe li gel xwe birin, belku gelek çekên ku welatiyên Êzidî ji bo parastina xwe hilgirtibûn, ji wan standin.

Di roja 3’yê Tebaxa 2014’an de piştî hêzên PDK’ê û Iraqê ji Şengalê reviyan, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve 73’emîn ferman bi ser gelê Êzidî de anîn. Di encama êrişa çeteyan de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî dîl ketin destê çeteyan. Li bazarên Musil û Reqa yê wek kole hatin kirîn û firotin. Her wiha bi sed hezaran Êzidî jî koçber bûn.

Hinek ji welatiyên ku di nava Şengalê de mabûn ji bo parastina xwe şer dikirin, daxwaz ji hêzên PDK’ê kirin ku çek bi wan bidin. Lê çek nedan wan.

Piştî ku Êzidî bê hêz û çek man, hêzên PDK’ê û Iraqê jî reviyan, çeteyên DAIŞ’ê di nava 24 saetan de bi hezaran welatiyên Êzidî qetilkirin. Bi hezaran kes dîl girtin. Bi sedan hezar welatî jî berê xwe dan çiyayê Şengalê.

Dîsa gerîla bi hewarê çû

Piştî ku di Hezîrana 2014’an de bajarê Musilê ket destê çeteyên DAIŞ’ê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hest bi metirsiya li ser Şengalê kir. Ji bona wê komek ya gerîla ya ji 12 kesan pêkdihat şandibû Şengalê. Lê li benda kontrolê ya PDK’ê 3 ji van gerîlayan hatin girtin, 9 gerîlayên din xwe gihandin Şengalê.

9 gerîlayan bi doçkayek şer kirin

٧

Di roja êrişê de tenê 9 gerîlayên HPG’ê ji bo parastina Êzidiyan di nava Şengalê da man û Şengaliyan bi tenê nehiştin. Van 9 gerîlayan şev û rojek tenê bi çekek a doçkayê şer kirin û bi sed hezaran welatiyên Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin. Vê koma gerîla di çiyayê Şengalê de ciwanên Êzidî birêxistin kirin û yekîneyên parastinê avakirin. Vê koma gerîla liber xwe da heta şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji Rojavayê Kurdistanê ve xwe gihandin Şengalê. Şervanan korîdorek mirovahiyê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de vekirin daku gelê Şengalê derbasî Rojavayê Kurdistanê were kirin.

Piştî banga Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan a ji bo hêzên gerîla, di roja 8’ê Tebaxê de hêzek ji gerîlayên HPG’ê û YJA Starê berê xwe dan Şengalê. Hêza gerîla gihişt çiyayê Şengalê û destek da wan welatiyên ku di çiyê de şer dikirin û ne dihiştin çete xwe bigihînin çiyayê Şengalê.

Pêngava rizgarkirina Şengalê

Piştî ku YBŞ, YJŞ hat avakirin li gel gerîlayên HPG’ê û YJA Starê hêzek hevbeş avakirinû dest bi rizgarkirina gundên Şengalê kirin. Şervan û gerîlayan rojane gelek çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê dikirin û çend gundek ji destê çeteyan rizgarkirin.

Di 8’ê Cotmeha 2015’an de jî ji bo rizgarkirina Şengalê operasyona Dola Şilo hate destpêkirin. Piraniya gundên Şengalê hatin rizgarkirin. Roja 12’ê Mijdara heman salê bajaroka Hol a ser bi Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate rizgarkirin. Bi rizgarkirina bajaroka Holê re ku dikeve navbera sinorê Rojava û Şengalê de, êdî alîkariya ku ji çeteyan re dihat qût bû. Ji bona wê çeteyên DAIŞ’ê li beramberî çalakiyên şervan û gerîlayan nekarîn liberxwe bidin, hêzên xwe ber bi Musilê ve dikişandin.

Tenê navenda bajarê Şengalê di destê çeteyan de mabû. Roja 13’ê Mijdara 2015 li gel gerîlayên HPG’ê û YBŞ’ê hêzên Iraqê û pêşmerge jî tevli operasyona rizgarkirina navenda Şengalê bûn û Şengal bi tevayî hate rizgarkirin.

Mexmûr

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagirkirin û komkujî pêkanîn, di roja 6’ê Tebaxa 2014’an de dest bi êrişa li ser Mexmûrê kir.

Hewlêr ket bin metirsiyê

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmur û Guwêrê kirin, metirsiya dagirkirinê ket li ser Hewlêrê. Ji ber metirsiya DAIŞ’ê bi sedan malbat ji nava Hewlêrê derketin û berê xwe dan ji dervey Hewlêrê.

Gerîla xwe ji Hewlêrê re kirin mertal

Di heman rojê de hêzên gerîla xwe gihandin Mexmûrê daku parastina deverê bikin. Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê li gel gerîlayan li dijî çeteyan şerkirin. Roja 8’ê Tebaxê Rojnamevan Deniz Firat ku berxwedaniya Mexmûrê dişopand, di encama êrişek ya çeteyan de şehîd bû.

Piştî berxwedaniyek xurt, roja 11’ê Tebaxê Kampa Mexmûrê ji aliyê hêzên HPC û HPG’ê ve ji çeteyan hate paqijkirin. Li vê derê cara yekem êrişên çeteyan hatin şikandin ku tirs û xofek mezin a çeteyan li Iraqê belav bibû. Her wiha navçeya Mexmûrê jî hate rizgarkirin. Di encama vê berxwedaniyê de ku piştî demek hêzên pêşmerge jî tevil bûn, metirsiya li ser Hewlêrê hate têkbirin.

Roja 12’ê Îlona 2014’an gerîlayên HPG’ê û endamên HPC’ê ji bo rizgarkirina derdora Mexmûrê dest bi operasyonek kirin. Di encama operasyonê de gelek gund hatin rizgarkirin û bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di van şeran de 3 gerîlayên bi navê Siyabend Zap, Avesta Harun Firat û Diyar Şerewî şehîd bûn. 40 roj piştî rizgarkirina kampê, şêniyên kampê carek din vegeriyan ser malên xwe.

Dema rûpelên dîrokê tên vekirin, tê dîtin ku gerîlayên HPG’ê di dema şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de ji Şengalê heta Kerkûk, Mexmûr, Gulale û Xurmatûyê bi dirêjahiya hezar kîlometreyan di çeperan de şer kiriye, xwîna xwe rijandin, Başûrê Kurdistan û Iraqê ji dagirkeriyê parastine.

Ev qehremaniya dîrokî ya gerîlayên PKK’ê, îro di mejiyê Gelê Kurd de hatiye çandin û nehatiye jibîrkirin. PKK’ê hemû rojên teng xwe gihand gel û ji bo wan kir mertalên azadiyê. Bê ku tiştek ji bo xwe bifikirin, gerîlayên azadiyê di oxira gelên Iraq û Herêma Kurdistanê de bedelên mezin dan.