Tirsa dewleta Tirk ya ji rêveberî û îradeya gelê Kurd: Hilbijartin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dîrokê ve dewleta Tirk a dagirker tu carî qebûl nekiriye ku gelê Kurd bibin xwedî îrade û rêveberiyek xweser. Hertim ji hêz û rola ku Kurd digirin ser xwe tirsiyaye, lewma di hemû hilbijartinên ku gelê Kurd ji bo rêveberiyek xweser lidar bixin de astengî û rêgirî derxistiye.

Ji girtinên bê bingeh heta sîstema danîna qeyûman

Cara yekem di sala 1991’an de hejmarek kesayetên Kurd xwe ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê namzet nîşan dan û beşdarî Parlamentoyê bûn. Her wiha di sala 1999’an de jî bi cara yekem ji bo hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmarek kesayetên Kurd xwe wek namzet nîşan dan û bi serketin.

Lê dewleta Tirk a dagirger di berdewamiya tirsa xwe ya ji îrade û rola gelê Kurd de ji bo hîn bêhtir Kurd nekarin bikevin nava Parlamentoyê û di şaredariyan de statu negirin, di sala 1994’an de bi hincetek bê bingeh 10 parlamenterên Kurd xiste zîndanê û nêzîkî 15-20 salan di girtîgehê de man. Ev pêngava dewleta Tirk a destpêkê ya ji bo tesfiyekirin û bêdengkirina dengên azad û kesayetên dengên gel bû, lê ne ya dawî bû.

Piştî wê di hilbijartina şaredariyan ya sala 2014’an de Kurdan nêzîkî 100 şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi destxistin. Lê di sala 2015’an de dewleta Tirk a faşîst û AKP-MHP’ê bi danîna sîstema qeyûman, gelek şaredaran ji postê wan daxist. Ev yek di hilbijartinên li pey xwe de jî hate dubarekirin û cihek neguher di nava rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de cihê xwe girt.

Li gel dîroka neguher ya dewleta Tirk a faşîst, di nava 30 salên borî de hikûmeta faşîst a Tirk carek din dijminahiya xwe ya beramberî gelê Kurd raxistiye berçavan. Bi van kiryaran cardin derket holê ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê çawa li dijî beşdarbûna Kurdan ya di hilbijartinan de û bi destxistina wan ya pile, statû û rolên xwesere ku bi îradeya xwe gelê Kurd bi rêya yasa û demokrasiyê bi dest bixin.

Li Başûr û Rojava jî heman kiryar

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî rêveberiyek xweser û statuyek, her rê û rêbazê bikartîne. Biryar bû di meha borî de li Rojavayê Kurdistanê hilbijartina şaredariyan bihata lidarxistin, lê wek gelek caran Erdogan gef xwar û got; ‘Bi ti awayî rê andin li Bakurê Suriyeyê hilbijartin were lidarxistin. Ji ber ku ev ji bo avakirina dewletekê û cudabûna ji Sûriyeyê ye.’ Li ser vê yekê êrişek berfireh li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir û baregeh, xalên kontrolê û çeperên QSD û Asayîşa Rojava kir armanc. Ev yek jî li pêşiya hilijartinan bû astengiyek mezin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser vê yekê axivî û got: “Armanca dewleta Tirk ewe ku gelê Kurd li ti derê nebe xwedî desthilat û rêveberiyek xweser. Lê em nikarin runin û bibêjin kengê wî xwest emê wê demê hilbijartin bikin. Ji ber vê yekê Tirkiye bixwaze yan nexwaze emê di Tebaxa bê de hilbijartinan pêk bînin.”

Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî biryar bû di 10’ê Hezîranê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bihata lidarxistin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê û Turkmenên herêmê destwerdan li proseyê kir û rêgirî li lidarxistina hilbijartinê kir. Li aliyekê PDK dibêje divê hilbijartin were kirin û roja wê diyar dike, li aliyê din li pişt perdê li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tevdiger û Herêm hîn zêdetir dixe nava qeyran û qrîzan de.

Beriya vê 4 caran ji bo lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê dem hate diyarkirin, lê dewleta Tirk a dagirker ji bo Herêmê bixe nav qeyranek siyasî de û dagirkeriya xwe ya li nav Herêmê berdewam û berfirehtir bike, zextê li ser PDK’ê kir û hilbijartin nehate lidarxistin. Ev nêzî 2 salin hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê yasayan binpê dike û nekariye hilbijartinê lidarbixe.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker bi eşkere ji medya Tirkiyeyê got: “Me rê neda li bakurê Iraqê hilbijartin were lidarxistin. Ji ber ku PKK wê li hikûmet û Parlametnoyê de bibûya desthilatek bihêz.” Mebesta Wezîrê dewleta Tirk ji vê yekê YNK’ê bû ku li gel dewleta Tirk her kesê ku nabe zengila guhê wê jê re dibêje PKK ye.

Tirkiye statûya Herêmê wek şaşitî bi nav dike, lê PDK hîn zêdetir xwe nêz dike

Di nava çend salên borî de bi taybet di dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, Erdoganê faşîst got; ‘Şaşitiya ku li bakurê Iraqê kirîn, wê li bakurê Suriyeyê nekin.’ Ango ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk û Erdogan avabûna statuya Herêma Kurdistanê were şaşitiyek dibînin û wek mafê gelê Kurd nabînin. Ji ber wê her tevger an jî çêbûna statuyek Kurd li her deverê, dewleta Tirk li hemberî wê rawestan ji bo xwe wek erk dibîne da ku wek Başûrê Kurdistanê nebin xwedî rêveberiyek xweser.

Li gel vê nêrîna serokê dewleta Tirk a beramberî avakirina statuya Herêma Kurdistanê ku wek xeletiyek mezin dibîne, her wiha di dema Referanduma sala 2017’an de dewleta Tirk yekem dewleta ku li dijî wê serketî bû. Dewleta Tirk li ser vê yekê sînor û balefirxaneyên xwe li ser Herêma Kurdistanê girt. Lê PDK tevî van hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker û faşîst, roj bi roj zêdetir xwe nêzîk dike û qedera Herêmê bi dewleta Tirk ve girê dide.

Li Kerkûkê jî heman hewldan

Heman di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de jî dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê destwerdanê kir û nehêla aliyên Kurdî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibin. Ji ber wê aliyên Kurd parçe parçe û cuda cuda beşdarî hilbijartinê bûn. Piştî hilbijartinê jî dewleta Tirk a dagirker dubare bi rêya hevkarê xwe PDK’ê û Tirkmenan, ji ber ya ku dixwest di hilbijartina li Kerkûkê de bi dest nexist, rê li avakirina encûman parêzgeha Kerkûkê girt. Hîna jî li Kerkûkê encûmen nehatiye avakirin û parêzgar nehatiye diyarkirin.

Niha jî dewleta Tirk a dagirker li Herêmê tevgerek mezin ya leşkerî daye destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê careke din pirsgirêkan derbixe, dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî bîlanço û raporên hatine belavkirin, di nava 10 rojên borî de bi sedan tank û wesayîtên şer li gel bi hezaran leşker aniye nav xaka Herêmê. Li gel bi cihbûna li baregeh û navendên leşkerî yên nû, bi danîna navendên kontrolê zext û gef li ser welatiyên deverê belav dike û zexta sixurtiyê li ser welatiyan de ferz dike.

(fk)