Ji ber bêhelwestiya partiyên din, PDK Başûr bi rehetî pêşkeşî dewleta Tirk dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Roj bi roj qedera Herêma Kurdistanê ya 32 salî ya ku bi xwîna bi sed hezaran mirovan hat avakirin, tê tehdîtkirin û PDK jî ji bo vê herêmê ku zehmetî û ked nedaye. Niha jî li ser tepsiyeke zêrîn axa Başûr û gelê Kurd pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike. Partiyên din yên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi coşin û nikarin gotinekê jî li dijî firotina xaka xwe bêjin.

PDK ku mîrateya aşbetalê ya sala 1975’ane, niha jî li ser heman rêyê aşbetaliyeke din tîne ser Başûrê Kurdistanê û nîvê xaka Başûr li ser tepsiyekê zêr daye dewleta Tirk a dagirker. Hewl dide nîvê din jî bi hêsanî pêşkêşî dewleta dagirker bike.

Di van çend salên borî de PDK’ê tişta ku dewleta Tirk dixwaze, ji îstixbarat û girtina Kurdên Bakurê Kurdistanê, nîşandana baregeh û nuqteyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hedefgirtina welatiyan, kir. Her wiha şiyan û sermalê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xistiye xizmeta dagirkeran. Dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê di berîk û bankên Erdogan de ye.

PDK’ê di sala 2014’an de bi navê aboriya serbixwe petrola Herêma Kurdistanê xis mezadê û radestî dewleta Tirk kir. Tenê malbata Barzanî û Erdogan pê dewlemend bûn.

Di nava 20 salên derbasbûyî de PDK’ê di warê leşkerî, siyasî û aborî de destê dewleta Tirk a dagirker kişandiye nava xaka Herêma Kurdistanê. Ev yek bi plana hevpar a her du aliyan pêk hat. Niha  Herêma Kurdistanê ji ber vê planê û li ser destê PDK û malbata Barzanî ber bi tunebûnê ve diçe.

Di aliyê leşkerî de dewleta Tirk a qirker bi alîkariya PDK’ê nîvê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Behdînan bi temamî di bin kontrola wê de ye û Hewlêr jî li gorî biryarên MÎT’ê tê birêvebirin.

Dewleta Tirk a dagirker 85 baregeh û bi dehhezaran leşker li Herêma Kurdistanê bicih kiriye. Armanca vê dagirkeriyê tunekirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ye. Lê dewleta Tirk a qirker nikare vê yekê bi tena serê xwe bike. Lewma ev plana dagirkeriyê xwe dispêre PDK’ê ku ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê alikariya wê dike.

Di warê aborî de jî ji sala 2014 heta 2023’yan dewleta Tirk Herêma Kurdistanê didoşî û petrola xwe ji PDK’ê digirt, ku herî kêm 50 dolar ji petrola Iraqê kêmtir peyda dikir ku dahata pê dihat bidestxistin jî behra şêr diçû bo mala barzanî û ya kêm jî ji bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê bû ku ew jî nedida xelkê.

Vê yekê hişt ku Herêma Kurdistanê 30 milyar dolar deyndar be, ku beşek ji wan deynên bankên dewleta Tirkiyeyê ne. Erdogan plan kir ku Herêma Kurdistanê têxe bin barê hemû deynan. Lewma Hikûmeta Iraqê neçar ma ku serî li Dadgeha Parîsê bide û petrolê ji destê PDK û dewleta Tirk derxîne.

Ji aliyê siyasî ve PDK hemû hêz, biryar û rêveberiya Herêma Kurdistanê kontrol kiriye. Ew xistiye xizmeta dewleta Tirk. Lewma dewleta Tirk di vî warî de herêma Kurdan kontrol dike. Di vê çarçoveyê de nehişt ku hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê di rojên borî de bi awayekî eşkere ji medyaya Tirkiyê re got.

Tişta ku dewleta Tirk û PDK’ê bi hev re dikin  yek û bûne hevparên têkbirina ezmûna Başûrê Kurdistanê, ji bêdengî û bê helwestiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye. Eger di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de helwesteke cidî bigirtana; PDK’ê tu carî nedikarî Herêma Kurdistanê bike bin kontrola xwe û desthilatdariya dewleta Tirk.

Metirsiya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê li ser tevahiya gelê Kurd û bi taybetî jî li ser Başûrê Kurdistanê heye. Lewma her kes li Herêma Kurdistanê dê ziyanê bibîne û di pêşerojê de wê yek bi yek bibin armanca faşîzma dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê.

Partiyên din yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan çavên xwe ji dagirkirina Herêma Kurdistanê û wêrankirina welatiyan re girtin. Her wiha li dijî bombebarankirin û qetilkirina sivîlan tu carî helwesteke cidî nîşan nedan, heta daxuyaniyeke nerazîbûnê jî nedan.

PDK’ê Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê kiriye dojeh û dikare hemû dagirker, sîxûr û biyaniyan bihewîne. Cihê Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê ku ji ber zilm û dojeha dewletên dagirker Tirkiye, Sûriye û Îranê reviyane, nemaye. PDK li Herêma Kurdistanê wan digre û davêje zîndanan, êşkence dike an jî radestî dagirkeran dike.

Hilbijartinên niha yên Parlamentoya Kurdistanê dikarin ji bo vegerandina hevsengiya di siyaset û rêveberiya Herêmê de wek derfetek bên bikaranîn. Bi hilbiajirtinê divê rê ji partiyek wek PDK’ê re ku dagirkeran tîne ser xaka Herêma Kurdistanê û welatiyan qetil dike re neyê dayîn ku bibe rêveberê Herêma Kurdistanê.

(wd)