Çalakvanên Germiyanê: Li dijî dagirkeriyê, pêwîstî bi Raperînê heye

GERMIYAN-ROJNEWS

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bi bombebaran û topbaran ve sînordar nemaye, li ser rêyên sereke yên li sînorê Dihokê navendên kontrolê daniye û welatiyan lêpirsîn dike. Çalakvanên Germiyanê ser vê diyarkirin ku ev kiryarên dewleta Tirk ên beramberî welatiyan, ji bo hikûmeta Herêmê şermek mezine û bang li gel kirin ku bi yekgirtinê dawî li vê dagirkeriyê bînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê her rê û rêbazê xistiye meriyetê. Dagirkeriya dewleta Tirk bi êriş, bombebaran û topbaran ve sînordar nemaye. Herî dawî bi sedan tank û wesayîtên zirxî li gel bi hezaran leşkeran derbazî sînorê parêzgeha Dihokê kir. Li gel vê li ser rêyên sereke yên li sînorê Dihokê navendên kontrolê danî û nasnameyên welatiyan pirsî û wan lêpirsîn. Her wiha bi bi belge derket holê ku bi peyamên nivîskî zexta sixuriyê li welatiyan tê kirin.

Çalakvanên Germiyanê di derbarê leşkerkêşana dewleta Tirk a dagirker û êriş û planên wî yên li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê de, ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Leşkerkêşana dewleta Tirk, Enfala gelê Başûre’

Çalakvan Dilêr Kerîm di destpêka axaftina xwe de leşkerkêşana dewleta Tirk a li nav Başûr, bi Enfala gelê Başûrê Kurdistanê bi nav kir û wiha got: “Hatina artêşa Tirk ya li nava bajarên Başûrê Kurdistanê, yek ji prensîbên sûcê di asta navneteweyî deye. zevî û baxçeyên li bajaran û ciwanên me bi eşkereyî şehîd dixin. Welatên navneteweyî dibêjin agahiya wan ji proseya Enfalê nîne. Lê niha artêşa Tirk eşkere dikeve nav bajaran, zevî û baxên xelkê dişewitîne û ciwanên me şehîd dixe.”

‘Kiryarên artêşa Tirk, ji hikûmeta Herêmê re şermek mezine’

Dilêr Kerîm di dewama axaftina xwe de bang li xelkê Başûr kir û wiha axivî: “Lêpirsîna nasnameyên xelkê Başûr ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve, ji bo hikûmeta Herêmê şermek mezine. Dema ku leşkerên Tirk lêpirsîna nasnameya xelkê dikin, gelo hikûmet li kuye? Di rewşek wiha de divê gel rabe ser xwe û deng derbixînin. Çawa ku beriya niha artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gel ve hate derxistin, divê gel cardin li dijî dagirkeran Raperîn lidarbixin û di sînoran re wan derbaz bikin û bibêjin ev der ne yê weye.”

‘Ev metirsî jî ji Dihokê heta Germiyanê bixwe digre’

Çalakvanek din ê Germiyanê Rêbwar Ebdulkerîm di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Hatina artêşa her welatekê li ser Başûrê Kurdistan metirsiye. Pirsgirêka me ya herêmên bi nakok hîna jî heye. Niha artêşa dewleta Tirk hatiye nav bajar û gundan de, ev tê wê wateyê ku hatiye ber deriyê mal û xaniyên me. Ji bo wê divê rêgiriyek li vê yekê were kirin. Divê welatparêz û mamostayên olî li hember heqaretên li dijî gelê Kurd helwestê nîşan bidin. Metirsiyek mezin ketiye nava bajaran û nasnameya xelkê herêmê tê xwestin. Ev metirsî jî ji Dihokê heta Germiyanê bixwe digre. Pêwîste hikûmet û parlamento guh bide dengê me û bang li nûnerên dewleta Tirk bikin.”

‘PKK li çiyayan parastina hemû gelê Kurd dike’

Rêbwar Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her têkoşînek li dijî dijmin pîroze û wiha anî ziman: “Divê em bejna xwe li ber şehîdan bitewînin. Ji ber ku ya ku gerîla dike ne tenê parastina xwe û rêbaza xwe ye, di heman demê de parastina gele. Pirsgirêka dewleta Tirk li gel Kurd û nasnameya Kurd heye. PKK li çiyayan parastina hemû gelê Kurd dike. Şkandina benda PKK’ê, şkandina hemû bendên li pêşiya dagirkerane.”

(fk)