99 sal borîn, lê heman zihniyeta qirkirin û tesfiyekirinê hîna berdewame

NAVENDA NÛÇEYAN

Di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Seîd û hevalên xwe hatin darvekirin. Her wiha di 29’ê Hezîrana 1999’an de jî cezayê darvekirinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat birîn. Piştî 75 salan jî mejiyê ku xwest bi darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî gelê Kurd tesfiye bike, heman mejî xwest bi darvekirina Rêber Ocalan carek din gelê Kurd bixe nav xewa mirinê de.

Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî (1918), Kemal Ataturk “Şerê Rizgariya Nîştimanî” ragihand. Piştî sozên derew ên Ataturk ku li Bakurê Kurdistanê rêveberiyeke xweser bide Kurdan, Kurd jî tev li wî şerî bûn.

Ruxmî hewldanên Kurdan di şerê serxwebûnê de, Tirkiye ku nû hatibû damezirandin, maf û hebûna Kurdan înkar kir û wekî Tirkên ku li çiyayan dijîn, bi nav kirin. Pê re hewl dan bi rêya qedexekirina zimanê Kurdî û ferzkirina zimanê Tirkî nasnameya wan tune bike. Her wiha navên herêmên wan guherandin û navên bi Tirkî lê kirin, gelek Kurd neçar kirin ku navên xwe jî biguherînin û navên Tirkî rakin.

Şerê Kurd-Tirkan ku 100 sal berê destpê kiribû, ji ber nenaskirina maf û nasnameya Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve, destpê kir. Peymana Sewrê (1920) mafê diyarkirina çarenûsê li herêmên wan da Kurdan. Lê belê bi Peymana Lozanê (1923) re Kurd ji nexşerêyê hatin derxistin.

Amadekariyên birêxistinkirina şoreşeke mezin

Xalid Begê Cibrî di sala 1920`an de Komeleya Azadiya Kurdistanê (AZADÎ) ava kir û ji bo rêkirina nameyên (muzakere) têkildarî mafê serxwebûna Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bi rêveberên Komeleya Vejîna Kurdistanê re koordîne kir. Komeleyê Kurdên Bakurê Kurdistanê komî hev kirin û bi wê yekê amadekariyên serhildana li dijî biryarên Kemal Ataturk hatin kirin.

Li aliyê din, Kemal Ataturk Meclisa Bilind a Ummeta Tirkiyeyê (Parlamentoya Tirkiyeyê) ava kir. Di meclisê de hin Kurdên mîna Hesen Xeyrî jî cih girtin. Xeyrî bi navê Kurdan muzakereyek şand Kongreya Lozanê (23`ê Tîrmeha 1923`an hat lidarxistin). Xeyrî îdia kir ku Kurd cudabûna ji Tirkan naxwazin, bi wê yekê kesên li kongreyê civiyane mijara serxwebûna Kurdistanê ji Tirkiyeyê betal kir.

Di 29`ê Cotmeha 1923`yan de damezirandina Komara Tirkiyeyê hat ragihandin û Mustefa Kemal Ataturk wek serokê wê hat diyarkirin. Vê yekê Kurd bi hêrs kirin. Li gel berdewamkirina siyaseta Tirkirinê, êdî Kurdan û gelê herêmê nakokiyên xwe danîn aliyekî û amadekariyên pêkanîna şoreşeke mezin ku pê mafên xwe vegerînin, kirin.

Rêveberên Komeleya Kurdistanê biryar da ku tevgera xwe bikin û li Kurdistanê şoreşê pêk bînin. Ji bo vê armancê jî rêveberên Kurdan li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê civiyan. Desthilatiya Tirkiyeyê bi tevgerên veşartî yên Kurdan hesiya û rêveber û damezrênerên komeleyê darve kirin. Komeleyê di civîneke xwe de Şêx Seîdê Pîranî wek serokê nû yê komeleyê hilbijart. Têkiliyên Şêx Seîd bi komele, rêxistin û eşîrên Kurdan re hebû.

Destpêkirina şer û rizgarkirina gelek herêman

Şêx Seîd li dijî dewleta Tirk gelek şer bi rê ve birin, di wan şeran de hejmareke mezin a leşkerên dagirker hatin kuştin û dîlgirtin. Şervanên dibin fermandariya Şêx Seîd de êriş birin ser baregehên leşkerên Tirk û Dara Hênê (navçeyeke Çewlikê) rizgar kir û wekî paytexta demkî ya Kurdistanê hat diyarkirin.

Şoreşgeran deng veda û şoreş li 14 bajarên Kurdan belav bû. Gelek ciwanên eşîrên Kurdan tev li şoreşê bûn. Şêx Seîd biryara rizgarkirina Amedê da. Li hember vê biryarê, dagirkeran jî ji bo têkbirina şoreşê qanûn û hikum derxistin. Her wiha sewqiyatên mezin şandin herêmên şoreşgerên Kurdan.

Xiyanetê carek din rê li serxwebûnê girt

Bi deh hezaran şoreşgerên Kurd herêmên berfireh ên parêzgehên Mûş, Elazix, Betlîs û Amedê rizgar kirin û Amed dorpêç kirin. Lê belê ji ber hêza mezin a dagirkeran li Amedê, nikarîbûn bikevin bajêr.

Dewleta Tirk hêzeke zêdetir şand Amedê. Piştre sînor li pêşiya Kurdistaniyên alîgirên şoreşê li parçeyên din ên Kurdistanê girtin. Hêzên dagirkeriyê dorpêça Amedê şikandin, dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kir û şoreş têk bir.

Di Nîsana 1925`an de, Şêx Seîdê Pîranî û hejmareke endamên komîteya rêveber êvarekê li ser pira Çar Bihar a li Varto ya wîlayeta Mûşê li ser qiraxa çemê Firatê, di encama xiyaneta hevlingê Şêx Seîd û kurapê Xalid Begê Cebirî “Qaso” de ketin kemînê. Wê demê Xalid Beg diçû Silêmaniyê da ku piştgiriyê ji Şêx Mehmûd Hefîdê Berzencî û Şimko Axa Şikakî bixwaze.

Piştî binçavkirina Şêx Seîd û 46 rêveberên şoreşê. Di dawiya Gulanê de dadgehkirina wan destpê kir û mehekê dirêj kir. Şoreşger bi biryara dadgehê hatin bidarvekirin.

Qirkirina Spî

Şêx Seîd beriya ku were darvekirin wiha gotibû: “Ez niha li ser vê dinyaya fanî li ber xatirxwestinê me. Ez ne poşmanim ku ji bo vî gelî feda bûme. Bes ku neviyên min, min li hemberî neyarên min nedin şermê.” Ev sekna Şêx Seîd a birûmet tirseke mezin xist dilê dijminan. Ji ber vê tirsê dewletê cenaze neda malbatê. Hîn jî cenazeyê Şêx Seîd nayê zanîn bê li ku hatiye veşartin. Malbata Şêx Seîd û gelê Kurd ji bo diyarkirina cihê gora Şêx Seîd têkoşîna xwe didomînin. Di heman salê de plana qirkirinê ya bi navê Plana Îslahata Şerqê derxistin. Li Kurdistanê qirkirinên herî hovane dan meşandin. Hê jî baş nayê zanîn ku bê di vê qirkirinê de çiqas Kurd hatine qetilkirin û koçberkirin. Ji vê qirkirinê re “Qirkirina Spî” tê gotin.

75 sal şûnde heman komplo

Giladyoya NATO’yê ya navdewletî bi destê dewleta Tirk piştî 75 salan vê carê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li komployê da. Ji ber ku hêza wê ya ku vê komployê pêk bîne tunebû, bi pêşengiya hêzên hegemon Amerîka, Ingilistan, Israîl û gelek dewletên din li hemberî Rêber Ocalan komploya navdewletî pêk anîn. Balkêşe ku mîna komploya Şêx Seîd di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Ocalan jî di meha Gulanê de hate “darizandin”. Komplo bi vê tenê neqediya vê carê di salvegera roja ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin darvekirin cezayê darvekirinê li Rêber Ocalan birîn.  Di 29’ê hezîrana 1999’an de “cezayê darvekirinê” li Rêber Ocalan birîn.

Armanc tasfiyekirina Kurdan bû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya 5’emîn de wiha behsa 29’ê hezîranê dike: “Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata 1925’an e ku di wê rojê de komplo li dijî Şêx Seîd hat destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê hat dayîn. Di heman rojê de jî ango di 29’ê hezîranê de Şêx Seîd û komeke hevalên wî hatibûn darvekirin. Aşkera bû ku 75 sal bûn (li gorî sala 1999’an), operasyonên mezin ên înkar û tunekirinê li ser Kurdan bênavber dihatin meşandin. Bi YE û DYA’yê re di çarçoveya çavtirsandinê de li ser cezayê darvekirinê li hev kiribûn. Lê polîtîkaya hevpar a li ser li hev kiribûn, wê bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ev cezayê darvekirinê pêk neanîna û di şexsê min de wê bi armanca tesfiyekirina tevgera şoreşger ya li derveyî kontrola wan ango Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û PKK’ê bi kar bianîna. Ev bi awayekî veşartî dikirin…”

Dixwestin hêviya gel bişkînin

Rêber Ocalan di beşeke din a parêznameyê de jî wiha behsa armanca “cezayê darvekirinê” dike: “Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne mana bi salên dirêj lê ez nedifikirîm ku salekê jî li vir derbas bikim. Fikreke min a ku min ji xwe re digot hebû: “Hûn ê çawa karibin bi milyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan kesî yan jî gel ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir.”