Dibin siya Erebkirinê de serjimêriya niştecihên li herêmên bi nakok

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 26 salan carek din Iraq biryara destpêkirina proseyek giring û hestiyar ango serjimêriya niştecihên Iraqê û Herêma Kurdistanê da. Ev serjimêrî bi hinek pirsgirêkên siyasî, aborî û erdnîgarî yên Iraqê ve girêdayî ye.

Hikûmeta Iraqê di 30’ê Gulanê de li seranserê Iraqê dest bi serjimêriya ezmûnî kir. Ev yek wê bibe bingeh û tecrûbe ji bo serjimêriya giştî ya ku biryare di 20’ê Mijdara îsal de were kirin. Lê ji vê serjimêriyê yên ku zererê bibîne Kurdên li parêzgeh û navçeyên ji Kurdistanê hatine qutkirin û ketine nav sînorê madeya 140 dene.

Heman demê de ev serjimêrî dibe ku di çareserkirina nasname û ew pirsgirêkên ku li ser xak û jimara niştecih, aborî û siyasî de ku ev sedsale berdewamin, bandorker be.

Ji sala 1927 heta 1997’an 8 caran serjimêriya giştî li Iraqê hatiye lidarxistin. Cara herî dawî di sala 1998’an de hate lidarxistin ku Herêma Kurdistan di nav de cih negirt. Rewşa parêzgehên Iraqê, bi taybetî yên ku Kurd lê dijîn, ji ber siyaseta Erebkirin, dûrxistin û derbiderkirinê gelekî ne asayî bû.

Di demek ku parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyale û Selahedîn di nav rewşek ne asayî re derbaz dibin de, amadekarî ji bo lidarxistina serjimêriya giştî tê kirin. Yên ku di asta yekem de ji vê serjimêriyê zererê dibînin jî Kurdin.

Ev jî ji ber du sedemên serekene. Ya yekemîn, ew penaberên Kurd yên ku ji Kerkûk û navçeyên din ên bi nakok derketîn, gelek ji wan heta niha venegeriyane Kerkûk û navçeyên xwe. Ya duyemîn, Erebên hawirde ji parêzgehên din ên Iraqê hatine Kerkûkê. Piraniya wan jî venegeriyane cih û warên xwe.

Ji bo bêparkirina nasnameyê, Erebkirin tê berdewamkirin

Erebkirin ji sedema Bees’ê heta hikûmeta niha ya Iraqê bi sê qonaxan hatiye pêkanîn û hîna jî berdewame. Qonaxa yekem di sala 1978-1979’an de bû. Rejîma Sedam Hisên zêdetirî 5 hezar gundên Kurdan ên li parêzgeha Kerkûkê, Nînowayê, Selahedîn û Diyaleyê şewitand. Niştecihên wan jî ku zêdetirî 200 hezar kes bûn bi darê veguhestin Hewlêr, Silêmanî û çend parêzgehên din ên Iraqê. Li şûna wan Erebên hawirde hatin bicihkirin.

Qonaxa duyem sala 2014’an de bû ku di encama êriş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyale û Selahedînê bi hezaran malbatên Kurd neçar man berê xwe bidin navçeyên Herêma Kurdistanê. Li aliyek din bi sed hezaran malbat jî ji deverên din ên Iraqê koçberî Kerkûk û deverên din ên Herêma Kurdistanê bûn.

Di vê demê de nêzîkî 70 hezar kes nasnameyên xwe ji parêzgehên din veguhestin Kerkûkê. Vê yekê jî hejmara niştecihên Ereb ên li sînorê Kerkûkê zêde kir.

Qonaxa sêyem jî buyerên Referandûma 16’ê Cotmeha sala 2017’an bû ku artêşa Iraqê bi hezaran leşker û çekên giran bi hevkariya welatên dagirker êrişî pêşmergeyên li sînorê Kerkûk, Nînowa, Diyale û Selahedîn kirin û carek din wan deveran dagirkirin. Ev jî bû sedema koçberbûna nêzîkî 300 hezar malbatên Kurd ên li herêmê. Hîna jî piraniya wan venegeriyane û li bajarên Herêmê mane.

Niha bi hezaran malbatên Kurd yên ku li dervey parêzgeha Kerkûkê niştecihbûne bi taybet li Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê, venegeriyane. Di vê serjimêriyê de jî, ev yek wê bandor li ser hejmara Kurdên li Kerkûkê û herêmên din bike.

Guhertina demografiyê û dagirkirina xakê

Pêngaveke din a ji bo kêmkirina hejmara Kurdan li navçeyên bi nakok, guhertina demografiyê bû. Rejîma Bees’ê bajarokên Çemçemal, Kelar, Kifri û Dûzxurmatu ji Kerkûkê ku nifûsa wê nêzîkî 500 hezar kes bû, ji hev cuda kir û xiste bin parêzgehên Silêmanî û Selahedîn. Bi vê yekê hejmara Kurdên li Kerkûkê kêm kir.

Ev bajarok di heman rewşê de mane û ji bo parêzgeha Kerkûkê nehatine vegerandin. Ji bo wê di serjimêriyê de li ser Kerkûkê nehatin hesibandin. Ev yek di dema bê de pirsgirêkek mezin ji bo Kurdan çêbike. Lê metirsiya ji wê mezintir bêdengî û bê helwestiya berpirsên Kurdan û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya beramberî Erebkirin û bi berdewam hatina Erebên hawirde ye.

Di sala 2014’an de ango dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 598 hezar koçber berê xwe dan Kerkûkê. Ji vê hejmarê beşekê li cih û warên xwe vegeriyan, lê piraniya wan li Kerkûkê mane.

Di çarçoveya berdewambûna siyaseta Erebkirinê de, hikûmeta Iraqê di sala 2918’an de biryar da ku her welatiyek ku sê salan zêdetir li parêzgehehekê ma, dikare nasnameya wê parêzgehê bigire.

Biryarek din jî ew bû ku koçberên ku ji ber şerê DAIŞ’ê berê xwe dayîn parêzgehên din û li kampan dene, dikarin biçin nav bajaran û niştecih bibin. Ev jî fêlbazî û hîleyek din a hikûmeta Iraqê ya di çarçoveya siyaseta Erebkirinê de bû.

Gelo wê Kurd ji vê serjimêriya ku nû were lidarxistin, dê çi bi dest bixin û wê kî biryarê li ser nasnameya navçeyên bi nakok dide?

(fk)