Zîhniyeta dewleta Tirk ku dixwaze îradeya Kurdan tune bike: Tayînkirina qeyûman

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên faşîst ya AKP-MHP’ê bi her awayî hewl didin gelê Kurd tune bikin. Yek ji van rêyan jî girtina hevşaredarên Kurd û tayînkirina qeyûmane, ji bo ku Kurdan ji erka xwe ya rêveberiyê dûr bixin û îradeya wan ji holê rakin.

Encamên hilbijartinên şaredariyan yên 31’ê Adarê di dilê Erdogan û AKP’ê de birînek kûr vekir. Ji ber ku piraniya şaredariyên xwe winda kir. Bi taybetî du şaredariyên mezin yên Enqere û Stenbolê. Ev jî ji ber tevgereke siyasî ya Kurd bû ku bû sedema têkçûna AKP’ê.

Niha jî Erdogan dixwaze bi rêya tayînkirina qeyûman şaredariyên Kurdan tola xwe ji Kurdan bigire da ku birînên xwe yên ji aliyê Kurdan ve di kezeba wî qirêj de hatine vekirin, derman bike. Lewma tê çaverêkirin ku di demeke nêz de ji bo şaredariyên din jî senaryoyên çêkirî yên wiha amade bike.

Hevşaredarên Bakurê Kurdistanê baweriya gel girt, di hilbijartinan de serkeftineke dîrokî bidest xistin, dawî li pêvajoya qeyûmên faşîst anîn û bûn hevşaredar. Niha jî dewleta faşîst ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi awayek çetewarî tê birêvebirin, dixwaze Kurdan ji vê vîn û baweriyê bêpar bihêlin û nehêlin ku ji bo mafên xwe têbikoşin.

 

Di 3’yê Mijdarê de desthilatdarên AKP-MHP’ê bi rêya leşker, polîs û cendermeyên xwe yên qirker bi ser Şaredariya Colemêrgê de girti, Hevşaredarê Colemergê Mehmet Sidiq Akiş li bajarê Wanê binçav kirin û qeyûm tayînê Şaredariya Colemêrgê kirin. Piştî rojekê, li dadgeha qirker ya dewleta Tirk ya Colemêrgê bi awayek keyfî bi îdiaya “rêveberê rêxistinê” 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Demek beriya girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk ê 82 salî bi ferqeyeke mezin ji namezetê AKP’ê weke namzetê hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ji aliyê îradeya azadîxwaz ya Kurd û dostê wê ve hatibû hilbijartin, Dadgeha Enqereyê di Doza Kobanê de 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Di 2’ê Mijdarê de Komîsyona Hilbijartinê li ser giliya AKP’ê li gelek navçe û bajarokan hilbijartin dubare kir. Yek ji van bajarokan jî navçeya Curnê Reş ya Rihayê bû ku DEM Partî lê biserketibû. AKP’ê xwest bi rêya îtîrazê hilbijartinê bide dubarekirin û bi hîleyan ji destê îradeya Kurd derbixe. Lê di hilbijartina duyemîn de jî namzetên DEM Partiyê yên Curnê Reş Garîb Yeşîl û Serhan Paydaş bi ferqeke ji hilbijartina 31’ê Adarê gelek zêdetir serkeftin bidest. Piştî 45 salan Kurdan ev şaredarî bidest xist û xelkê wê serkeftina xwe bi coşeke mezin pîroz kir.

Piştî hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de hikûmeta AKP’ê di pêşengtiya şefê faşîst Erdogan de xwest Hevşardarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan ji wezîfeyê bigirin û qeyûm tayînî cihê wî bikin. Lê belê ji ber serhildana ku navenda wê li Wanê û piştre belavî tevayî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû, rejîm neçar ma mazbataya Abdullah Zeydan bideyê. Bi vê yekê xewn û xeyala wan di qirika wan de ma.

DEM Partiyê têkildarî tayînkirina qeyûm bo ser Şaredariya Colemêrgê û girtina nehiqûqî ya Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş diyar kir ku rejîma ku her tim bi îradeya gelê me tê hilweşandin, neçar dimîne ku serî li tundiyê bide û got; “Em polîtîkaya tayînkirina qeyûm û qeyûm bi tu awayî qebûl nakin. Di 31’ê Adarê de gelê me bi awayekî demokratîk daxuyakirin ku ew zêhniyeta qeyûm ya diz, talanker û nehiqûqî bi tu awayî qebûl nake.”

DEM Partiyê hişyarî da ku tişta li Colemêrgê hatiye kirin ne tenê gefa li dijî Colemêrgê ye, belkû ji bo şaredariyan û tevayî gelên Tirkiyeyê metirsî ye.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî têkildarî tayînkirina qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê wiha got; “Desteserkirina şaredariyan bi rêya tayînkirina qeyûm paşguhkirina îradeya gelê Colemergê ye ku hevşaredarên wê ji aliyê gelê Colemêrgê ve hatine hilbijartin. Lewma divê biryara tayînkirina qeyûm bê betalkirin. Lewra em weke CHP alîgirê demokrasî û îradeya gelin û li dijî konsepta desthilatdariyê ne.”

Rejîma faşîst a AKP’ê ne tenê li dijî îrade û mafên rewa yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye, ji berk u şefê faşîst Erdogan bi eşkere gefa lidarxistina hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û got; “Em destûrê nadin hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.”

Piştî vê gefa şefê faşîst Erdogan û dewleta wî ya dagirker û qirker, ji bo pêşî li hilbijartinan bigire, li Kobanê, Cizîrê, Minbic, Şehba û gelek herêmên din yên dikevin sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weke herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zanîn dest bi êrîş û bombebaranên berfireh kir.

Dewleta Tirk a dagirker destwerdana encamên hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê jî kir û bi rêya Tirkmen û Ereban nehişt postê Parêzgarê Kerkûkê bibe yê Kurdan. Di vê çarçoveyekê de Hakan Fîdan pêşniyar ferman da ku posta parêzgariya Kerkûkê her du salan carekê ji bo Tirmen û Ereban be.

Dîsa dewleta Tirk bi teşwîqkirin û piştgirîwergitina ji PDK û Tirkmenên Hewlêrê destwerdan li hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û hilbijartin paş xist. Herwiha Tirkmenan teşwîq dike ku zextê li wan bikin da ku kursiyên xwe yên ji aliyê Dadgeha Federal ya Iraqê ve bi hinceta ku PDK wan ji bo berjwendiyên xwe yên siyasî û malbatî bikar tîne betal kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê Kurd li her derê nebe xwedî biryar, rêveberî û vîna xwe, van hemû kiryar û tiştên qirêj û dijminane dike. Li cihê ku desthilata wî heye lê îradeya gel ya azad lê serkeftî ye qeyûmên xwe yên diz û faşîst tayîn dike û li cihê ku desthilata wî nebe jî alozî û kaosê çêdike.

(wd)