Hêzên 70 yên Pêşmerge bersiva Wezareta Navxweyî ya Herêmê û Iraqê da

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên 70 yên Pêşmerge ragihand ku ew ji raya giştî re eşkere dikin ku bi tu awayî, dûr û nêzîk hêzên wan û hêzên din yên Herêma Kurdistanê peywendî bi bûyerên li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re qewimîne re tune ye.

Hêzên 70 yên Pêşmerge (hêzên girêdayî YNK’ê) têkildarî tometên Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê ya girêdayî bûyerên şewatê yên li Hewlêr û Duhokê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji raya giştî re eşkere dikin ku tu pêwendiya hêzên me û hêzên din yên Herêma Kurdistanê bi bûyerên şewatê yên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re nîne.”

Hêzên 70 yên Pêşmerge têkildarî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxweyî ya Iraqê wiha got; “Cihê fikarê ye û sosrete ku tenê nûnerê Wezareta Navxweya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de ji bo mebestên taybet û weke tohmetbar behsa navê hêzên me û sînorê Silêmaniyê dike. Her wiha Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî bêyî ku navê tu hêzan bide, bi zelalî tekezî bi wan agahiyan kir.  “

Têkilarî gotinên Nûnerê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de got; “Ji gumanbaran re di berdêla miqdarek pereyan de gotine van tiştan bêjin. Ev jî nîşan dide ku van kesan ne di bin ferman û sîwana me de ev tişt kirine, ne jî bi hêzên me re tu têkiliya wan tune ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên 70 yê Pêşmerge got; “Em wek Hêzên 70 li benda lêkolînên temam yên hêzên ewlekarî yên Iraqê ne ku rastî û niyet û planên nerewa ji raya giştî ya welatê xwe re bên eşkere kirin ku her kesê li pişt şewitandina van bazaran be bên darizandin û cezakirin.”

(wd)