‘Divê jin di parastina çanda neteweyî de rola xwe bilîzin’

HERÊM QADIR/ROJNEWS

Mamostayên zanîngehê diyarkirin ku divê jin rola xwe ya ji bo parastina çanda neteweyî bilîzin û gotin; “Nabe jin rola xwe ya di parastina çand, ziman, cil û berg û peywediya civakî ya girîng kêm bikin.”

Di warê hebûn û parastina çanda neteweyî de, jin hertim xwedî rolek sereke û mezinin. Derbarê parastina çanda neteweyî de mamostayên zanîngeha Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn.

Destpêkê mamostaya zanîngehê Dr. Sara Kemal axivî û da zanîn ku ziman beşek girîng ya çanda hemû neteweyê ye û wiha pêde çû; “Jin di parastina zimanê Kurdî de xwedî bandorek mezinin, jin bi zarokên xwere di axivin û çanda neteweyî fêrî wan dikin. Ji bo vêjî nabe jin vê rola xwe ya mezin ya ji bo parastina çanda neteweyî kêm bikin. Nabe dayik û bav bi zanîna zimanê biyanî ya zarokên xwe kêfxweş bin, divê ewil de zimanê dayikê biparêzin. Ez bi xwe jî weke dayik hertim çanda Kurdî di nav mejiyê zarokên xwe di diçînim. Divê aliyên peywendîdar û hikumet jî siyaseta ziman bicih bîne, ji ber ku bi siyasetê dikarin zimanê xwe biparêzin.”

Mamosta Sara di dawiya axaftina xwe de jî got; “Divê hikumet çanda Kurdî bi xelkê jî bide heskirin, divê serkirde jî bi xelkê re baş bin û Kurd jî ji Kurdiniyê hez bikin.”

Di derbarê heman mijarê de mamosta Mîhreban Seedî jî axivî û got; “Di parastin û gihandina çanda Kurdî de, jin xwedî rolek mezinin. Zimanê dayikê bi rêya dayik û jinan digihi zarokan, ji bo vê jî divê jin asta xwe ya zanistî pêşbixin. Zimanê Kurdî divê ji bo nifşê nû were ronîkirin, dewlemend kirin û kevin nebe. Îro teknîk di mala hemûyan de tê dîtin, divê em bizanin çawa vê teknolojiyê bikarbînin û tevbigerin. Divê qonaxê de rola peywendiya di nava civakê de dîsa di destê jinan deye.”

Di dawiya axaftina xwe mamosta Mihreban Seedî got; “Îro cil û bergên Kurdî kêm tê dîtin, cil û bergên Kurdî yek ji çanda herî ciwan ya gelê meye. Êdî wisan lê hatiye tenê di çalakiyên çandî de li ber xwe dikin, divê jin çanda netewî bidin zarok û nifşên nû.”