Li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan nirxandina çalakvanan

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Azadiya Ocalan di çarçoveya pêngava li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelek rojnameger, nivîskar û lêkolîneran çalakiyek lidar xist û tê de li ser tecrîdê û girîngiya tezên Rêber Ocalan axivîn.

Li bajarê Silêmaniyê îro danê êvarê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan maseya girover hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komîteya Azadiya Ocalan ve ji bo gelek rojnameger, parêzvanên mafên ciwanan, nivîskarên jin û rewşenbîran hate organîzekirin. Di maseya girover de li ser sedem û berdewamiya tecrîsa li ser Rêber Ocalan tê meşandin hate rawestan û hin tezên Rêberê Gelê Kurd hatin nirxandin.

Maseya girover ji aliyê Endama Komîteya Azadiya Ocalan Newroz Fazil ve hat birêvebirin. Nivîskar Adil Osman, nivîskara jin Sinûr Rehman, nivîskar û rojnamevan Herdî Dulber, rojnamevan û çalakvana ciwanan Hawjîn Şiwane, rexnegir û rojnamevan Aso Cewher tevlî bûn.

Di destpêka çalakiyê de nivîskar Adil Osman li ser kesayeta Rêber Ocalan axivî û wiha got; “Eşkere ye ku di her têkoşînê de kesayet xwedî girîngiyeke taybete. Kesayet jî bi armancê tê diyarkirin. Her wiha paradîgmaya ku ew li ser radiweste çi ye? Pirsgirêka me li Başûrê Kurdistanê ewe ku kesayet li gorî armanc û têkoşîna ku heye nayê diyarkirin. Rêber Ocalan bi xwe jî di mijara kesayet, çawaniya pêşxistina kesayeteke watedar de xwedî helwesteke girînge. Rêber Ocalan dikare bi kesayeta xwe bersiva van qeyranan bide, vê qonaxa ku di nava krîzeke bi êş de ye analîz bike û li gorî wê xwe perwerde kiriye.”

Rojnamevana jin Sinûr Rehman têkildarî tezên Rêber Ocalan ku bingeha şoreşa jinê ne axivî û got; “Em behsa kesayeta Rêber Apo, kesayeta herî bi bandor a Kurd û Rojhilata Navîn dikin. Di têkoşîna Kurdan de ya herî stratejîk şoreşa jinê ye. Ramana Rêber Apo zindîkirin û azadkirina jina ku weke koleya yekemîn a dîroka mirovahiyê ku desthilatê xwe li ser daye jiyankirine. Li ser hebûn û bingeha karakterê, weke hebûneke civakî dixebite.”

Sinûr Rehman şehîdên pêşeng yên jin yên meha Hezîranê bibîr anî û wiha dewam kir; ““Ez dixwazim şehîdên meha Hezîranê bibîr bînim. Meha Hezîranê meha şehîdên jine. Di nava van de Şehîd Zîlan, Şehîd Sema, Şehîd Şaristan, Şehîd Leyla Agirî, Şehîd Raperîn Amed, Şehîd Bêrîvan Zîlan û Şehîd Zîlan Papûle ya Rojhilatê Kurdistanê ne. Berhema ked û têkoşîna van şehîdane ku em niha dikarin behsa destkeftiyên gelê Kurd yên bi rûmet bikin û têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin.”

Nivîskar û rojnamevan Herdî Dulber li ser derketina rastiya Kurd di dema neolotîk de balê dikêşîne ser parêznameya Rêber Ocalan û wiha got; “Çawa ku Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê ‘Ji dewleta rahip a Sûmer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve’ de dibêje ‘rastiya Kurd di serdema neolîtîk de derketiye holê. Qonaxên pêşketina civakê, ji eşîrê heta netewê, ji hev nayên cudakirin. Dema mirov yekem car dibe organek derûnî, di kêliya xuyabûn û afirandinê de, ji qonaxa din ve dibe cîhanbîniya xwe, di mijara jinê de bi ser dikeve. Ev zêhniyet di mijara parastina jîngehê de xwedî çarçoveyeke pir berfirehe.”

Her wiha Herdî Dulber got; “Ji olên Zagrosan bigire heta olên esmanî behsa rastiya jiyanê dikin, lê jiyan, azadî û nirxên exlaqî li ku derê dikevin nava vê jiyanê. Yek ji wan rastiya civakê ya ku di nava xwe de derdoreke exlaqî û manewî hildigire, temsîl dike. Ya din zîhniyeteke otoriter ya desthilatxwaziyê îfade dike.”

Rojnamevan û aktîvîsta ciwanan Hawjîn Şiwane derbarê tezên Rêber Ocalan de wiha got: “Tişta ku me kêfxweş dike, têkoşîna ku birêz Ocalan daye. Ev ji me re dibêje ku divê em ciwan beşdarî vê têkoşînê bibin. Weke ku Rêber Ocalan dibêje, her tiştê ku em dikin û dibêjin li ser ciwanane. Têkoşîna me ji bo ciwanane. Pêwîste em weke ciwan li dijî dagirkeriya fikrî ya ax, nasname û erdnîgariya xwe hişyar bin. Rêber Ocalan destpêkê xwe ji bo çareseriya pirsgirêka ciwanan da nasîn û piştre bi gelek hevalên ciwan re pêşengiya şoreşa ciwanan kir. Weke ku Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwanî destpê kir emê bi ciwanî bi ser bikevîn.”

Rojnamevan Aso Cewher jî di dawiyê de li ser çareseriya ku kilîla wê Rêber Apo ye û pirsgirêka netew-dewletê axivî û got; “Êriş û dagirkeriyên faşîzma Tirk encam û komploya netewperestiyê ye ku felaketa herî mezin aniye serê Tirkiye û herêmê. Em dibînin ku gerîla li dijî faşîzma herî hov têdikoşe ku artêşa Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyayî û qedexekirî bikar tîne. Ev hemû berhema zêhniyeta faşîst a Tirkiyeyê ye.”

(wd)