YNK: Operasyonên artêşa Tirk yên li nav xaka Herêma Kurdistanê binpêkirine

NAVENDA NÛÇEYAN

Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku hebûna artêşa Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Iraqê û yasayên navnetewî ye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê  pêşiyê li dewleta Tirk bigirin.

Li dijî êriş û dagirkeriyên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistan û serweriya xaka Iraqê, Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Ev çend rojin artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê operasyonan dike. Lê mixabin di encama berdewamiya van operasyonan de ziyan gihiştiye mal û zeviyên welatiyên Herêma Kurdistanê. Ev yek jî bûye sedema aciziya welatiyan.

Em van binpêkirinên li ser serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê şermezar dikin. Ji ber ku ewlehiya welat û ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê. Ev jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Bêdengiya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember operasyoneke wiha berfereh ya Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê, ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê û yasa û zagonên navnetewî ye, ev yek dê li ser asta pêbaweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bi civaka navnetewî û bi taybetî hemwelatiyan nîşan bide.

Berdewamiya binpêkirinan ji ber wê yekê ye ku Iraq nekariye xwe bihêz bike û bersiva van êriş û binpêkirinan bide. Di vê çarçoveyê de em bang li hikûmeta federal dikin ku hemahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo rêgirtina li binpêkirinên bi vî rengî, ku niha Tirkiye dike, tennê armanca wan têkdana aramiya welat û binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

(wd)