NAVENDA NÛÇEYAN
Balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê gova çêlekan ya li gund bombebaran kir.
Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a qirker li Başûrê Kurdistanê li ser deverên sivîl di pêşengtiya mala Barzanî û PDK’ê de bênavber didomin.
Li gor agahiyên herî dawî ji deverê hatine bidestxistin, hate zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA’yê gova çêlekan li bajarokê Dêrelokê bombebaran kir.
Dîmen û wêneyên gova çêlekan ku ji aliyê SÎHA’ya dewleta Tirk a qirker ve hatiye bomebarankirin bi dest ajansa me ketin.
Tevî hemû bangên Tevgera Azadiya Kurd, rêkxistinên sivîl û demokratîk yên navxweyî û navnetewî jî artêşa Tirk bi hevkarî û pêşengiya mala Barzanî û PDK’ê bêyî ku zagonên şer li ber çavan bigire, her roj êrişê sivîlên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê dike.
Herwiha dewleta Tirk a qirker dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dike û li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi bikaranîna çekên kîmyayî taktîk nukleer sûcê şer pêk tîne.