Di êrişa hêzên Îranê de kolberek Kurd bbirîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku hêzên Îranê li devera Dole Şîn a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand. Di encamê de kolberek temen 21 sal xelkê gundê Dunîse ya ser bi Bane birîndar bû.

Malpera Kolbernews ragihand, duh êvarê hêzên Îranê li devera Dole Şîn a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand.

Hat gotin di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mihemed Kakî (21) yê ji gundê Dunîse ya ser bi Bane birîndar bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji destpêka salê ve 37 kolber û kasibkarên Kurd li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrişên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dane.

(kş)