Roja hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû-Hate Nûkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê roja lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Dilşad Şehab da zanîn ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja 20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin û got; “Lê nikarim bêjim hemû aliyên siyasî li ser vê roja hatî diyarkirin, hemfikirin. Ji bo vê rojê jî guftugoyek bi aliyên siyasî re nehatiye kirin. Niha ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê di sedemek nîne.”

Beriya niha jî 4 caran biryar hatibû dayîn

Hêjayî gotinê ye ji sala 2022’yan ve 4 carin biryara lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê tê dayîn, biryar hemû jî bi îmzeya serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine dayîn, lê yek jî pêknehatin.

Biryara yekem

Di 24’ê Sibata sala 2022’an de biryar hat dayîn ku 1’ê Cotmeha sala 2022’an hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Yanî 7 meh ji beriya temambûna temenê dema pêncem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê dema lidarxistina hilbijartina dema şeşem diyarkiribû, lê hilbijartin nehate kirin.

Biryara duyem

Di 26’ê Adara sala 2023’an de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 18’ê Mijdara 2023’yan weke roja ji bo hilbijartinê diyar kir. Carek din hilbijartin pêknehat.

Biryara sêyem

Di 3’yê Tebaxa sala 2023’an de Nêçîrvan Barzanî biryar da ku vê carê 25’ê Sibata sala 2024’an hilbijartin were lidarxistin. Lê ev roj carek din hat û çû, hilbijartin pêknehat.

Biryara çarem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî jî di 3’yê Adara 2024’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku 10’ê Hezîrana 2024’an weke roja hilbijartinê giştî yên dema şeşem ya parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Di nav 2 salan de Nêçîrvan Barzanî 4 caran roja hilbijartinê diyarkir, lê ev hilbijartin pêknehat.