Girtiyek din ê siyasî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê siyasî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Abolvadîn a Afyonê dihate ragirtin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşerî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Şefîk Esen wê li gundê Beşpinar ê li navçeya Çinar a Amedê bê veşartin.

Şefîk Esen par meha Kanûnê bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû dîlgirtin. Gelek nexweşiyên wî yên kronîk hebûn.