NAVENDA NÛÇEYAN
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar şewatek mezin li sînorê Berzince derket û di encamê de nêzîkî hezar donim pûş û dar şewitîn.
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar şewatek mezin li gundên Berqela û Hacî Mamend ên li sînorê Berzenc derket.
Her wiha hate diyarkirin ku di encama şewatê de nêzîkî hezar donim pûş û darên xwezayî şewitîn.
Herî dawî hate destnîşankirin ku bi hevkariya xelkê herêmê û tîmên agirkujiyê karîn agir kontrol bikin.
(fk)