CPT: Dewleta Tirk dixwaze xaka Herêma Kurdistanê dagir bike

NAVENDA NÛÇEYAN

CPT ragihand ku di nava 10 rojên borî de dewleta Tirk bi sedan tank û hezaran leşkerên xwe derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye. CPT’yê got: “Armanca dewleta Tirk gihiştina Çiyayê Heft Tebeq yê li Şêladizê û dagirkirina rêze çiyayê Garê ye. Ev jî tê wateya Herêma Kurdistanê ji sedî 70- 75 sinorê desthilata xwe li Dihokê ji dest bide.”

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) di derbarê sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li nava xaka Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di nava 10 rojên borî de artêşa Tirk bi 300 tankên leşkerî tevgera leşkerî ya nava xaka Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Li Berwarî Bala tevgera leşkerî ji bejahî destpêkiriye û leşkerên Tirk derbasî nav gelek gundan bûne.

CPT diyar dike ku leşkerên Tirk li nava gundên Kêste, Ardana, Çelkê, Babîrê, Ure, Sereru ya li bajaroka Kanî Masî hatine dîtin. Leşkerên Tirk li nava gundan bi peyatî hatûçûnê dikin û ji ber vê çendê xelkên van gundan nikarin çandinî û lawirvaniyê bikin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Artêşa Tirk di sibeha 25’ê Hezîranê de bendeke kontrolê di navbera gundê Babîrê û Kanî Belavê de danîne. Her welatiyek sivîl li wê deverê hatûçûnê kiribe nasnameyên wan ên Iraqê kontrol dikin û piştre rê didinê.”

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armancek din a Tirkiyê jî ewe ku xwe bigihîne çiyayê Heft Tebeq yê li navçeya Şêladizê ye û piştre rêzeçiyayên Gara dagîr bike, ku li gorî vê wê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedan 70-75’ê desthilata xwe ya li sînorê parêzgeha Duhokê ji dest bide.

Endamê Tîma Rêxistina CPT ya Kurdistanê-Iraqê Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirkiyê di 28’ê Çileya 2024’an de dest bi çêkirina rêyeke leşkerî di navbera baregeh û navendên leşkerî yên ku di sala 2021’ê de li herêma herî bilind a Kanî Masî hatine çêkirin, kir.

Kameran Osman destnîşan kir ku di sê rojên borî de, nêzîkî hezar leşkerên Tirkiyê di navbera baregeha leşkerî ya Girê Barux de bi cih bûne ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Tirkiyê ye û di sala 1997ê de li Herêma Kurdistanê hatiye avakirin.

Her wiha Kameran da zanîn ku ger êriş Tirkiyeyê berdewam bibin, bi dehan gund û navçe wê bi metirsiyekê re ru bi rû bibin û bi sedan gundî û welatî jî wê koşber bibin, beşek giring ya xaka Herêma Kurdistanê wê bikeve bin destê artêşa Tirk ku dê vegerandina van herêman ji bo kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de dê zehmet be.

Hêjayî gotinê ye ji serê salê heta meha Gulanê, artêşa Tirk 833 caran xaka Herêma Kurdistanê bombebarankiriye û di encamê de 8 welatî şehîd bûn.

(kş/fk)