Şehîd Zîlan li Rojava hate bibîranîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan de, jinan destnîşan kir ku şehîd Zîlan sombeleke berxwedana jinane û ji bo jinên azadîxwaz mînake.

30`ê Hezîranê salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye ku li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê sala 1996`an li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xist.

Kongra Star a Eyn Îsayê û Desteya Aboriyê ya Kantona Cizîrê çalakiyên cuda ji bo bîranîna şehîd Zîlan lidar xistin.

Endama rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Bajarê Girê Spî Medîne Muslim nameya şehîd Zîlan xwend ku beriya çalakiya xwe li dar bixe, nivisîbû. Her wiha Medîneyê kesayeta şehîd Zîlan, şert û mercên ku tê de çalakiya xwe li dar xistiye, şîrove kirin.

Medîne Muslim destnîşan kir ku şehîd Zîlan li hember hewldana kuştina Rêber Abdullah Ocalan li Şamê, ew çalakî li dar xistiye û wiha domand: “Şehîd Zîlan bûye sembola berxwedanê ku jin ji xwe re bikin bingeh û li hember zordestiyê û zilmê serî hilde û jiyaneke birûmet biafirîne.”

Desteya Aboriyê ya Kantona Cizîrê jî bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî têkoşîna şehîd Zîlan semînerek da. Endamên desteyê tev li semînerê bûn.

Rojnamevana Nivîsgeha Desteya Aboriyê Şîlan Ezeb semîner bi rê ve bir û behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan kir û beşên nameya wê xwendin.

Di nîqaşên semînerê de, hate diyarkirin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bûye kaniya azadî, lehengî û fedaîtiyê û hate destnîşankirin ku şehîd Zîlan ji tevahî jinan re bûye mînak.

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîd Zîlan hate pêşandan.