Tevgera Azadî: Pêwîste gelên Iraqê li dijî dagirkeriyê helwest nîşan din

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ragihand ku parlementer, serokkomar û serokwezîrê Iraqê ji bo bersivdayîna dagirkeriya artêşa Tirk a li nav xaka Herêma Kurdistanê li ber ezmûnek mezin de ne û got: “Pêwîste Kurdistanî û gelên Iraqê li beramberî dagirkeriya artêşa Tirk bêdeng nemînin, helwesta xwe ya netewî û exlaqî nîşan bidin.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî metirsî û êrişên dewleta Tirk ên li nava xaka Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wihaye;

“Di dîroka gelên Iraqê de ti demê dagirkerî nehatiye qebûlkirin. Di navbera 22-23’yê Hezîranê de bi sedan tank, wesayîtên zirxî û hezaran leşkerên artêşa Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê derbasî nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê bûn. Ev pêşhatek metirsîdare, di rastiyê de planeke ji bo dagirkirin û desteserkirina xaka Başûrê Kurdistanê ya bi awayek dayîmi ye.

Hêzên siyasî yên nîştimanperwer û gelên Iraqê, divê bê helwestiya hikûmeta federal, hevkariya PDK’ê û binemala Barzanî ya bi artêş Tirk a dagirker re red bikin û şermezar bikin. Tişta ku Tirkiye dike, binpêkirinek mezin a yasayên navdewletî û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Jiyan û ewlehiya welatiyan bi temamî xistiye di jêr gef û metirsiyê de.

Pêwîste parlementerên Iraqê xwedî li wê sonda ku ji bo gelê Iraqê xwarine derkevin. Wê çawan û bi çi rengî parastinê li xak û serweriya welat û hemwelatiyan bikin? Serokkomar, serokwezîrê Iraqê û berpirsên din yên Iraqê ji bo bersivdana destdirêjiyên eşkere yên dewleta Tirk li ber ezmûnek mezin de ne. Ji berku ti hincetek ji vê dagirkeriya artêşa Tirk re nîne.

Yên li beramberî vê dagirkeriyê radibin û parastinê dikin, Hêzên Parastina Gel (HPG) ye, heman ew gerîla bûn ku bi hewara Şengal û Êzidiyan ve çûn û ji komkujî û qirkirinê rizgarkirin.

Nabe hikûmet û gelên Iraqê wan rojan ji bîr bike ku hikûmeta Erdogan, çete û hevkarên wê ji bo parçekirina xak û gelên Iraqê hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê dikirin. Bi sedan hezar welatî ji hemû netew û pêkhateyên gelên Iraqê bûn qurbanî.

Li cihê ku hikûmeta Iraqê bi rêya yasayên navdewletî giliyê yasayî li ser dewleta Tirk bike, hevkar û çeteyên DAIŞ’ê tomar bike, berovajî bi bêdengî û bêhelwestî dibe beşek ji wêranî û dagirkeriya li ser xaka wê tê kirin.

Em vê bê helwestiya hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re şermezar dikin, wek erkê xwe yê exlaqî û dîrokî dizanin ku di her astê de li beramberî dagirkeriyê rabîn.

Li ser vî bingehî bang li tevayî wan aliyên ku naxwazin di jêr sêber û rehma artêşa dagirker de bijîn dikîn, divê xwedî li serwerî û rûmeta gel derkevin. Bi yek rêzî li gel gelê xwe bisekinîn, dagirkerî û xiyanetê têk bibîn. Gelê me bi Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên xwe ve wê li beramberî dagirkerî û binpêkirina serweriya welatê xwe rabin.”

(kş)