Artêşa Tirk li Behdînan nuqteyên kontrolê danîne, welatiyan binçav dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku karwanek ji wesayitên leşkerî û çekên giran û navîn yê artêşa Tirk a dagirker li sînorê Berwarî Bala û Amêdiyê derbasî nav axa Herêma Kurdistana Iraqê bû, artêşa Tirk a dagirker ji duh ve li herêmê nuqteyên kontrolê çêdike û nasnameyan ji welatiyan dixwaze, li gorî agahiyan heta niha gelek kes hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, leşkerên dewleta Tirk a dagirker li sînorê gundên Kanî Belavê û Bêlîzanê yên li ser rêya sereke ya bajarokên Bamernê û Kanî Masî nuqteyên kontrolê danîne û bi zimanê Tirkî ji welatiyan nasnameyan dixwazin.

Li gorî agahiyên ajansa me Rojnewsê, heta niha çend welatî bi tometên cuda ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatine binçavkirin. Her wiha bang li welatiyan kirin ku bêyî nasname tevgenegirin û negerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev çend şevin bi karwanên wesayitên leşkerî, çekên giran û navîn bi alîkarî, piştgirî û pêşengtiya PDK’ê ve ber bi herêma Berwarî Bala ya li dikeve sînorê navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê ve diçin.