Qurbaniyên Kîmyabarana Serdeştê hatin bibîranîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bîranîna kîmyabarana Serdeştê merasîmek li Helebceyê hate lidarxistin. Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce bang li navendên zanistî kir ku lêkolînan bikin ka çima ev çek tenê li herêmên Kurdan tê bikaranîn ku hîna Kurd dibin qurbanê vê çekê.

Li Hola Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê, bi pêşengtiya Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê bi hemahengî li gel Tevna Rêxistinan, bi boneya 37’emîn salvegera Kîmyabarana bajarê Serdeşt ku di encamê de 136 welatî şehîd bibûn û zêdetirî 8 hezar welatî birîndar bibûn, merasîmek hate lidarxistin.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir di merasîmê de axivî û wiha got: “Weke Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce û tevna rêxistinan, îsal em bi danîna destegul li ser gorên şehîdên Serdeştê beşdarî qadan nebûn. Sedema wê jî hilbijartina ku sibe li welat were lidarxistine. Ger li dîroka heşt salên Iraq û Îranê bikin, dê were dîtin ku tenê li navçeyên Kurdan çekên kîmyawî hatine bikaranîn. Hertim wek gelê Kurd bûne qurbanê çekên wiha. Hikûmeta Iraqê xwe ji bikaranîna çekên qedexekirî li dijî navçeyên Kurdan dûr nexistiye. Ev jî diyar dike ku li ser asta navneteweyî cihek ji bo gelê Kurd nehatiye diyarkirin.”

Luqman Ebdulqadir her wiha da zanîn ku divê lêkolînek taybet were kirin û wiha domand: “Li her cihê ku êrişên kîmyewî hatine kirin, ti kesî li dijî wan derneketiye. Erkê gelê Kurde ku merasîmên hev bilind û pîroz bihêlin, da ku xwîna şehîdên me vala neçe û nifşên nû ji bîr nekin.”

Her wiha Asî Kakeyî peyama kesûkarên şehîdan û Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Serdeştê ragihand û wiha anî ziman: “Bikaranîna çekên kîmyayî li dijî sivîlên Serdeşt û Helebce, rûpelên herî tal yên dîroka mirovahiyê ne. Dawiya sedsala 20’an wê tu carî ji hişê mirovan neyê paqijkirin. Di salvegera kîmyabarana Serdeştê de, em hemû bi hev re hewl bidin ku ev karesat dubare nebin. Werin em li şûna ku tovên nefretê biçînin, tovên heskirinê li erdê belav bikin.”

Di merasîmê de pêşengehek hunerî ya ku karesatê nîşan dide, belgefîlmek li ser komkujiyê hate nîşandan û komek ya hunerî jî hinek berhemên xwe yên hunerî pêşkêşkirin.

(fk)