Gerîla li Metîna lêda, artêşa Tirk bi helîkopteran termên leşkerên xwe dibe Colemêrgê

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metîna derbên giran li leşkerên artêşa Tirk a dagirker didin û artêşa Tirk termên leşkerên xwe bi rêya helîkopteran dibe Colemergê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyeke taybet, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metîna li dijî leşkerên artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên bibandor lidar xistin. Di encamê de gelek leşkerên dagirker hatin kuştin û artêşa Tirk termên leşkerên xwe bi rêya Helîkoptran dibe Colemêrgê.

Herwiha li gor heman çavkaniyê artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwe, termên leşkerên xwe bi rêya helikopter û ambûlansan vediguhêze nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.

Derbarê operasyonên dagirkeriyê li herêma Metîna, HPG’ê ragihand ku gerîlayên wan di 23 û 24’ê Hezîranê de bi çekên giran li dagirkeran daye û konteynerên dagirkeran rûxandine.