ROJEVA 15.06.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-235 rojin rojnamevan Silêman Ehmed di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.

-Li parka Nalî ya Silêmaniyê, wê derbarê jîngehê de daxuyaniyek were dayîn.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

-Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeran bê navber didome.

-Êrişên dewleta dagirker a Tirk yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

-Ji bo hilbijartina herêma Kurdistanê heya niha ti demek nehatiye diyarkirin.

-Nakokiya li ser walitiya Kerkûkê didome.

-Di 15’ê Hezîrana 2022’an de Meclisa Gel a Sinûnê bi 2 mayinên ku bi destê sîxurên PDK’ê hatibûn bicihkirin, hate teqandin. Plana MÎT û PDK’ê ew bû ku bi dehan kes şehîd bikevin, îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê were şikandin û gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rake. Lê di encama têkoşînê de planên PDK’ê û MÎT’a Tirk şikestin, îradeya gel bi serket.

-Sûlava Kanî Best ku sûlava herî mezine li Herêma Kurdistan û Iraqê, bi xweşikiya dîmenê xwe bûye herêmek geştiyariyê. Lê tevî vê jî heya niha bê rêye û xizmetek jêre nayê kirin.

-Piştî 26 salan carek din Iraq biryara destpêkirina proseyek giring û hestiyar ango serjimêriya niştecihên Iraqê û Herêma Kurdistanê da. Ev serjimêrî bi hinek pirsgirêkên siyasî, aborî û erdnîgarî yên Iraqê ve girêdayî ye.

-Cihê cografî yê bajarokê Koyeyê, ji ber derbasbûna çemê Zêya Biçûk bi dirêjahiya zêdetir ji 70 kîlometran li sînorê 3 navçeyên herêmê, deştên herêmê bûne navendek bi bereket ya berhemanîna kelik. Rojane bi sedan ton kelik ji bo bazarên Herêma Kurdistanê têne şandin.