ROJEVA 12.06.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Zanîngeha Silêmaniyê, dê bi cara yekem 15 hezar pirtûk di pêşangehê de werin nîşandan.

-Li Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê, Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Merûf dê di derbarê pejirandina projeyasaya budceyê û guhertinên ku werin kirin civîneke çapemeniyê li dar bixe. (09:30)

-Bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan, ji aliyê Saziya Parastina Zarokan a Kurdistanê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Çavdêrî û Geşepêdana Civakî û aliyên peywendîdar îro li Kaziwa Serada civîneke çapemeniyê dê were lidarxistin. (11:00)

– Rojnamevan Silêman Ehmed 231 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.

– Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

– Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeran dewam dike.

– Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin.

– Nakokiyên li ser walitiya Kerkûkê dewam dikin.

-Di roja cîhanî ya têkoşîna dijî karkirina zarokan de, li Iraq û Herêma Kurdistanê, karkirina zarokan di astek metirsîdar deye. Hikumet û aliyên peywendîdar ji bo diyardeya karkirina zarokan ne xwedî ti plan û projeyanin, rêveberek ya perwerdeyê derbarê mijarê de got; “Tiştek nikare tazmînata van zarokane bide.”

-Rêya Kelar-Derbendîxan ji ber xirabûye û yek xete, kêm roj hene ku qezayên trafîkê li ser vê rêyê rû nedin. Ji ber vê çendê ev rê wek rêya mirinê hatiye binavkirin. Ev 11 salin karê ji bo çêkirina rê dewam dike lê hîna jî temam nebûye. Rêveberê Rêveberiya Rêyên Germiyanê Ednan Xelîl jî got: “Ji sedî 73’yê projeyê temam bûye, ger qeyrana darayî pirsgirêkan ji projeyê re çêneke wê îsal rê were temamkirin.”