154 malbatên Iraqî ji Kampa Holê hatin vegerandin

Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê 154 malbatên Iraqî ku hejmara wan 582 kesin ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê wergirt û li Kampa Cedaa ya Musilê bicih kir.

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê di daxuyaniyek de ragihand, hikûmeta Iraqê duh 154 malbatên Iraqî ku hejmara wan 582 kes bûn ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hatin vegerandin bo Kampa Cedaa ya Musilê.

Di daxuyaniyê de Fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla ji ber rol û parastina Kampa Holê spasiya QSD’ê kir.

(kş)