Temenê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê hat dirêjkirin-Hate Nûkirin

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan temenê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo şeş mehan dirêj kir.

Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd yê ji Fraksiyona YNK’ê ragihand ku Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan temenê Encûmena Komîseriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo şeş mehan dirêj kir. Ango wê heta 6’ê Çileya sala 2025’an karên xwe berdewam bike.

Her wiha diyar kir ku divê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên li Iraqê di nava vê demê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê lidarbixe.

Hêjayî gotinêye ku Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar dabû ku di 10’ê Hezîranê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Lê heta niha ne diyare hilbijartina Parlamentoya Herêmê dê di dema xwe de were lidarxistin yan na.

(fk)