NAVENDA NÛÇEYAN
Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand di çar mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 411 milyon bermîlên neftê firotine û dahata wê zêdetirî 38 tirilyon dînare.
Wezareta Neftê ya Iraqê di derbarê dahat û rêjeya hinardekirina neftê ya çar mehên destpêkê yên îsal de daxuyaniyek belav kir.
Wezlaretê diyarkir di çar mehên destpêkê yên îsal de 411 miliyon û 600 hezar bermîlên neftê bi rêya kompanya SOMO firotiye.
Hat diyarkirin ji vê rêjeyê 405 miliyon 810 hezar bermîl ku dike rêjeya ji sedî 98,6 ji bîrên naverast û başûrê Iraqê hatine derxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku dahata neftê ya çar mehên destpêkê yên îsal 38 tirilyon û 26 milyar dînar bû.
Hêjayî gotinê ye heta niha jî dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê nehatiye kirin. Vê yekê mehane nêzî yek milyar dolar ziyan gihandiye dahata giştî ya Herêm û Iraqê.
(kş)