Iraq: Tirkiye weke pêwîst avê bernade

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê diyarkir ku heya niha jî dewleta Tirk weke pêwîst para ava Iraqê bernedaye.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab derbarê rewşa avê ya li Iraqê di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî.

Li gorî Ewn Ziyab di derbarê para avê ya Iraqê lihevtigihiştina Iraqê ya bi welatên cîran re başe û Ewn Ziyab dibêje; “Asta ava Dîcle gelek başe, lê Tirkiye weke pêwîst ava Firatê bernade û hêvî dikîn ku rêjeya hatî xwestin were berdan. Bi Îranê re jî ji bo berdana avê me lihevkiriye.”

Hêjayî gotinê ye Iraq di meha Gulana îsal de gelek peyman bi Tirkiyeyê re îmze kir û yek ji wan jî li ser avê bû.