Li Iraqê bi hezaran bîrên avê yên ne yasayî hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê da zanîn ku ji 11’ê mehê heya niha wana 24 hezar û 416 binpêkirinên bi hemû cûran yên li dijî çavkaniyên avê hatine rakirin û hate gotin; “Divê demê de zêdetirî 8 hezar bîrên ne yasayî hatine girtin.”

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê derbarê binpêkirinên dijî çavkaniyên ava Iraqê yên li parêzgehên Iraqê, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî wezaretê ji 11’ê mehê heya niha, bi hevkariya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, 24 hezar û 416 binpêkirinên weke hewzên masiyan yên ne yasayî, cogên çandiniyê yên bê destûr, li hemû parêzgehên Iraqê hatine rakirin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku ji bilî wan, 7 hezar û 716 cihên ne yasayî yên li ser robaran jî hatine girtin.

Wezaretê ragihand ku di nav vê demê de zêdetgirî 8 hezar bîrên avê yên ne yasayî hatine girtin. Li gorî daxuyaniyê armanca pêngavê, çareserkirina pirsgirêka avê ya li Iraqê ye.