Felah Xetabî: Êrişên Tirkiyeyê aramiya Iraqê têk didin

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Hevpeymana Pêkhateyên Iraqê Felah Xetabî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk yên li Iraqê bandorek nerênî li ewlekarî û aramiya Iraqê dike, divê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyeyê, serokwezîrê Iraqê tedbîrpên pêwîst bigire.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dike. Dewleta Tirk di nava çend rojên borî de bi sedan leşker, wesayîtên zirxî, çek, tank û teqemenî veguhest Başûrê Kurdistanê. Tevî dagirkeriya berçav, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin.

Endamê Hevpeymana Pêkhateyên Iraqê Felah Xetabî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ajansa me re axivî.

Felah Xetabî ji ber hebûna Artêşa Tirk a dagirker ya li nav xaka Iraqê nerazîbûna xwe anî ser ziman û wek sedem jî wiha got; “Ji ber ku hebûna leşkerên Tirk ya di nav xaka me de, bandorek nerênî li ser ewlekarî û aramiya welatê me dike. Ji ber ku niha Tirkiye dixwaze Şengal, Nînova, Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bike hedef.”

Felah Xetabî got ku êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraq û Herêmê, ewlekarî û aramiya welat têk dide, lewma divê serokwezîrê Iraqê ji bo rawestandina êriş û binpêkirinan tedbîrên bilez bigire. Di dawiya axaftina xw de Felah Xetabî got; “Derbarê serdana Erdogan ya vê dawiyê ya ji bo Iraqê, agahî ji bo xelkê nehatin eşkere kirin, ev jî lihevkirina her du aliyan dide nîşandan. Pêwîste ji  bo parastina serweriya Iraqê, xelk ji lihevkirinan were agahdakirin.”

فەلاح خەتابی