Parêzer Nerîman Ehmed: Tecrîda li ser Rêber Ocalan nehiqûqî ye û divê bê şikandin

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirina hiqûqa navnetewî û navxweyî, li ser Rêber Ocalan tecrîdeke bêhiqûqî dide meşandin. Parêzer Nerîman Ehmed wiha got; “Zilm û tecrîda li ser Rêber Ocalan ne rewa ye û divê bê şikandin, ji ber ku zilmek mezine.”

Bi hincetên cuda û nerewa, dûrî nirxên mirovahiyê û binpêkirina qanûnên navnetewî û navxweyî yên Tirkiyeyê, dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 39 mehin nahêle parêzer û malbata Rêber Ocalan biçin Îmraliyê û pê re hevdîtina asayî pêk bînin. Tecrîda li ser Rêber Ocalan bûye sedem ku gelê Kurd û têkoşerên azadiyê ji rewşa fîzîkî û tenduristiya rêberê xwe bê agahî bimînin. Di vê derbarê de parêzer û şêwirmend Nerîman Ehmed ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Parêzer Nerîman Ehmed pêkanînên rejîma faşîst ya li Îmraliyê ne rewa û nehiqûqî dinirxîne û di wê baweriyê de ye ku hevdîtina parêzeran ya bi Ocalan re dê deriyê aştî û çareseriyê veke.

‘Di tu qanûnên Tirkiyeyê de tecrîd tune ye’

Parêzer Nerîman Ehmed derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de wiha got: “Zilma ku ji 25’ê Adarê ve li ser Rêberê gelê Kurd û gelên azadîxwaz û bindest tê meşandin. Helbet di makezagon û qanûnên Tirkan de zulmek pir neqanûnî ye. Tenê biryara siyasî ya rejîma faşîst ya dewleta Tirk a qirker û ya ji aliyê hikûmeta dijminê gelê Kurd ya AKP-MHP’ê ye.

Nerîman Ehmed anî ziman ku birêz Ocalan zêdetirî 3 sal û 3 mehin bi awayekî nehiqûqî di bin tecrîdeke giran de tê girtin û wiha got ;”Dema biryareke bi vî rengî bidin, divê bi awayekî fermî vê biryarê bidin û eşkere bikin ku girtî di bin tecrîdeke giran de ye û di heman demê de divê biryar bigihêje parêzerên wî. Lê hêj biryareke wiha negihiştiye parêzerên wî. Di sala 2022’an de Komîteya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) raporek pêşkêşî hikûmeta Tirkiyeyê kiribû û gotibû ku ‘emê li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî Ocalan dike, biryarê nedin. Emê wê demê biryar bidin, dema ku parêzerên wî bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ku heta niha Tirkiye ev yek jî pêk ne aniye.”

‘Dewleta Tirk nahêle CPT rapora derbarê serdana xwe ya Îmraliyê de biweşîne’

Parêzer bal kişand ser serdana herî dawî ya Komîteya Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya Îmraliyê û wiha got; “Di sala 2022’an de dema CPT çû serdana birêz Ocalan, diviyabû li ser jiyan û tenduristiya birêz Ocalan wê demê raporek biweşanda û derbarê rewşa wî de agahî dabana. Da ku ji aliyê hemû aliyan ve û her kesê ve hatiba zanîn ya ku dewleta Tirk dike bi temamî ne qanûnî ye. Her wiha divê CPT ji vê bêhiqûqiyê re çareseriyek pêşkeş kiriba. Ji wê demê ve dewleta Tirk CPT’yê asteng dike ku rapora xwe ya derbarê serdana Îmraliyê de belav bike. Ji ber vê yekê gûman xist ser azadî û demokrasiya hemû rêxistinên bi navê mafên mirovan.”

Nerîman Ehmed got; “Di heman demê de hem CPT û hem jî Rêxistina Mafên Mirovan girêdayî Konseya Ewropayê ne Tirkiye jî bi heman şêweyî endamê Konseya Ewropayê ye. Ji ber vê yekê tu rola rêxistina mafên mirovan li vir nîne. Lewma li Tirkiyeyê çi li ser Rêber Ocalan tê kirin, bi tevahî nehiqûqî û neqanûnî ye. Li Îmraliyê bi birêz Ocalan re girtiyên din jî hene. Ji ber hincetên cuda Tirkiye wan jî bernade.”

‘Ger birêz Ocalan bikaribe dengê xwe bigihîne derve wê çareseriyeke mezin bi xwe re bîne’

Parêzer Nerîman Ehmed derbarê girîngiya hevdîtina Rêber Ocalan û parêzerên wî de wiha got: “Hebûna birêz Ocalan û hevdîtinên bi derve re wê çareseriyeke mezin bi xwe re bîne. Dema ku dengê birêz Ocalan derket derve û bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, Tirkiye ber bi aştiyê ve çûbû. Şer kêm bûbû. Pêvajoya aştiyê dihat meşandin. Li gorî me bandora birêz Ocalan li ser gelê Kurd ewqasî mezine ku ji bo gihandina dengê gelê Kurd û beşdarbûna di proseya siyasî ya Kurdistanê de, divê hemû gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hewl bide tecrîda li ser wî tê meşandin bişkîne.”

‘Du meh berê nêzî hezar û 300 parêzer çûn serdana Wezareta Dadê ya Tirkiye kirin’

Parêzer Nerîman Ehmed di dawiya axaftina xwe de li ser rol û mîsyona parêzeran axivî û got; “Du meh berê nêzî hezar û 300 parêzer ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan. Lê heta niha Tirkiye bersiv nedaye vê hemjara mezin ya parêzerên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Bi qasî ku ez dibînim hema hema li hemû parçeyên Kurdistanê parêzeran îradeya xwe diyar kirine. Li Ewropayê jî parêzerên ji netewên cuda îradeya xwe nîşan dan. Ji ber ku tişta li ser birêz Ocalan tê kirin zilmeke eşkere ye.”

(wd)