Serokkomarê Iraqê yasaya budceya sala 2024’an erê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê yasaya budceya sala 2024’an û hinek yasayên din pejirand.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Cemal Reşîd yasaya budceya sala 2024’an û hinek yasayên din îmza kir.

Di nava yasayên ku Serokkomar Iraqê pejirandî de, yasaya dijî fuhuşê û hevzayendiyê, dirêjkirina dema karkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê û damezrandina mezûnên çandinî û beytariyê cih digirin.

Her wiha hate diyarkirin ku piştî pejirandina van yasayan, ji bo rojnameya Waqîî ya Iraqê re hate şandin ku bikevin meriyetê.

Herî dawî hate ragihandin ku Serokomar bi berdewam wê piştgiriya qanûnên di berjewendiya welat û welatiyan de bike.

(fk)