Ji ber nebûna elektrîkê li Iraqê hişyariya xwepêşandanên giştî

WISAM ZEHRÛNÎ-ROJNEWS

Welatiyên Iraqî ji bilindbûna pileya germê û nebûna elektrîkê bifikarin. Parlamenterek dibêje ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê emê mêvandariya Wezîrê Elektrîkê bikin. Çavdêr jî hişyariyê derbarê hesasiyeta rewşê û bikaranîna nerazîbûnên gel ji aliyê hinek aliyên siyasî û destpêkirina xwepêşandanan de didin.

Endama Lijneya Elektrîkê ya Parlamentoya Iraqê Suheyla Sultanî derbarê kêmkirina elektrîka ku ji welatiyan re tê dayîn û vexwendina Wezîrê Elektrîkê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Suheyla Sultanî got: “Di demsala havînê de dabînkirina elektrîkê ji welatiyan re li gorî demsala borî gelek lewaztire. Ev yek berovajî soza Wezareta Elektrîkê bû ku gotibû ‘ev havine dê ji ya borî baştir derbaz bibe’. Heya niha welatiyan hest bi tu başiyekê ji par nedîtine.”

Herwiha Sultanî eşkere kir ku wê ji bo zanîna sedemên kêmbûna elektrîkê, bi taybetî ku niha germahiya hewayê bi awayekî berçav bilind bûye dê Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê bi jinûve destpêkirina rûniştinên Parlamentoya Iraqê re serdana wan bike. Her wiha da zanîn ku ewê hewl didin çareseriyekê ji vê kirîzê re bibînin, ku bi salane berdewame û welatî bi vê bê elektrîkiyê re rûbirû mane.

Endama Lijneya Elektrîkê ya Parlamentoya Iraqê di balkêşand ser xerckirina bi milyonan dolaran ji bo elektrîkê û wiha got; “Ji bo sektora elektrîkê bi milyonan dolar hatiye xerckirin. Ji ber vê yekê divê hemû lêçûnên elektrîkê bên şopandin. Ji ber ku di çawaniya xerckirina pere de bêhevsengiyeke eşkere heye. Ji bo krîza elektrîkê heta niha çareseriyeke rast nehatiye kirin.”

Endama Lijneya Elektrîkê ya Parlamentoya Iraqê Suheyla Sultanî di dawiyê de sedema kêmbûna elektrîkê di werza havînê de bi van gotinan bilêv kir; “Krîza elektrîkê li Iraqê ji ber çend sedeman berdewame. Yek jê nebûna sotemeniya pêwîst ya ji bo xebitîna santrala elektrîkê ye ku elektrîkê hildibirîne. Ev dibe sedema kêmbûna hilberînê û zêdebûna dema qutbûna elektrîkê. Her wiha bikaranîna rojane ya elektrîkê ji aliyê welatiyan ve zêde bû. Bi taybetî di demsala havîna zêde germ de. Ev zêde bikaranîn zexta li ser torên elektrîkê zêde dike.”

Çend roj berê bi dehan kes li parêzgeha Ziqarê wek nerazîbûna li dijî qutbûna elektrîkê rêyeke sereke li başûrê bajêr girtin. Iraq bi milyar dolaran gaza xwezayî ji bo santralên elektrîkê ji Îranê hawirde dike. Iraq salane zêdetirî 1 milyar metrekup gaza xwezayî ji bo hilberîna elektrîkê ji Îranê dikire.

Çavdêrê siyasî Mihemed Elî Hekîm jî derbarê mijarê de nêrînên xwe wiha anîn ziman; “Tevî bilindbûna germê jî, ji ber kêmkirina saetên elektrîkê gelek nerazîbûnên gel hene. Ev yek berdewamiya têkçûna hikûmetê ji bo peydakirina çareseriyek ji qeyranê re piştrast dike ku pereyekê ji welatekê zêdetir ji bo avakirina santralên elektrîkê hatine xerckirin.”

Mihemed Elî Hekîm wiha pêde çû; “Berdewam têkçûna di çarçoveya bilindbûna germahiyê de dê li piraniya parêzgehan bibe sedema xwepêşandanên girseyî yên hêrsê li dijî Sûdanî û hikûmeta wî. Hin partiyên siyasî jî dikarin qeyrana elektrîkê bikar bînin da ku kolanan li dijî Sûdanî vegerînin xwepêşandanan. Heta ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve jî wê ev yek bê kirin.”

محەمەد عەلی حەكیم

Çavdêrê siyasî eşkere kir ku du mehên bê dê ji bo hikûmetê û aramiya wê metirsîdar bin û got; “Ji ber ku hêrsa gel dibe ku li hember nebûna elektrîkê pir bi bandor be. Beriya niha li hinek bajarên Iraqê xwepêşandan destpê kiribûn. Ev dibe destpêka hêrsa gel a li dijî Sûdanî û hikûmeta wî.”

Hêjayî gotinê ye ku ji ber bilindbûna pileya germê û nebûna elektrîkê, hin welatiyên Iraqê ji bo ku ji germahiyê birevin berê xwe didin çeman. Ev yek jî bûye sedema karesateke trajîk, ku tenê li parêzgeha Besrayê di mehekê de 15 kes xeniqîne.

(wd)