Parlementerê Iraqê: Emê li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nebin

WESAM ZEHRUNÎ-BEXDA

Endamê Komîsyona Avê ya Parlementoya Iraqê Saîr Mexîf da zanîn li gor pileyên germahiyê wisan diyare ku wê havînek gelek germ derbas bibe û dewleta Tirk jî para Iraqê ya avê bernade û rêjeya wê zêde nekiriye. Mexîf diyarkir ji ber nebûna avê ji gelek deveran welatî koçî bajaran dikin.

Endamê Komîsyona Avê ya Parlementoya Iraqê Saîr Mexîf têkildarî siyaset û zextên dewleta Tirk ku bi rêya avê li ser Iraqê dike, ji ajansa me re axivî.

Saîr Mexîf  diyarkir heta niha jî dewleta Tirk rêjeya ava ku ji bo Iraqê berdide zêde nekiriye. Mexîf da zanîn ku ev nêzîkatiyên dewleta Tirk hemû yasayên navdewletî binpê dike.

سائیر مخیف

Di dewamê de Saîr Mexîf got: “Metirsiyek mezin a hişkesaliyê li ser Iraqê heye. Bi taybetî jî bi hatina demsala Havînê û bilindbûna pileyên germahiyê re bandora vê yekê hîn zêdetir derdikeve pêş. Ev jî dibe sedem gelek kes ji gundan koçî bajaran bikin. Ji bona wê pêwîste çareseriyek bilez ji bo vê qeyrana avê were dîtin.”

Saîr Mexîf da zanîn ku divê Iraq li beramberî van nêzîkatiyên dewleta Tirk hemû qertên xwe yên zextê bikarbîne daku bikare Iraqê ji vê qeyrana bêaviyê rizgar bike.

Mexîf got: “Em nikarin ji niha û şûnde li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk ên ku di aliyê avê de li beramberî Iraqê dike, bêdeng bimînin. Ji berku nebûna avê bandorek mezin a nêrênî li ser kerta çandinî û lawirvaniyê dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di salên dawî de dewleta Tirk a dagirker ava çemê Dîcle bi rêya bendava Ilisu û ava çemê Firatê jî bi bendava Ataturk li ser xaka Iraq û Suriyeyê de digre. Ji ber vê siyaseta qirêj a dewleta Tirk, bi milyonan kes li nav xaka Iraq û Suriyeyê de bi pirsgirêka bê aviyê re rû birû mane.

(kş)