KNK: Karesata li Amed û Mêrdînê ne tesadûfî ye

NAVENDA NÛÇEYAN

KNK’ê ragihand ku karesata şewatê ya li Amed û Mêrdînê bûyerek tesadûf nîne û bang li gelê Kurdistanê û saziyên xêrxwaziyê kir ku xwedî li mexdûran derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî karesata li Amed û Mêrdînê qewimî de bi sernavê ‘karesata şewatê ya li Amed û Mêrdînê bûyerek tesadûf nîne’ daxuyanî da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Duh êvarî li deverên di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de, agirek mezin li xwezayê ket û di devereke qasê 66 kîlometran belav bû. Herêmek berfireh şewitî, di vê deverê de dehan gund û mezrayan zererên mezin dîtin, zevî, baxçe, dar û daristan hemû şewitîn û hezran ajal telefbûn. Karesata herî mezin jî ew bû ku di encamê de 11 mirovan jiyana xwe ji dest da û 78 kes jî birîndar bûn.

Ji ber vê karesata mezin, em gelek xemgînîn û êş û xemgîniya gelê herêmê û mexdûran parve dikin. Her wiha em weke KNK’ê, di serî de ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmetê, ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê û ji birîndan re şifaya lezgîn dixwazin.

Ji ber kêmasiyên dewletê karesat mezin bû

Karesatekî ev qas mezin û berfireh tesadûf nîne. Gorî agahiyên ji deverê têne, eger tiştekî qestî nebe jî ihmal, kêmasî û qusûrên rêveberiya saziyên dewletê bûne sedema mezinbûna karesatê. Şahidên bûyerê û xelkê deverê dibêjin, agir ji dîrek elektrîkê derketiye û belav bûye. Xelkê herêmê gelek caran berpirsyarên dewletê hişyar kirine ku ev dîrekên elektrîkê seqetin û divê bêne tamîrkirin. Lê saziyên peywendîdar tedbîr negirtine. Ev ihmal, kêmasî, qusûr û paşguhkirin, piştî bûyerê jî berdewam in. Di wextê xwe de tîmên erkdar neketin nava tevgerê û wextê xwe de mudaxeyên pêwîst nehatin kirin. Lewma jî karesat ev qas mezin bû.

Saziyên dewletê û hikumeta AKP-MHP’ê, berprisyarê vê karesatê ne. Divê bûyer bi hemû awayî bê lêkolînkirin û berpirsyar derkevin holê û hesab ji wan bê pirsîn. Her wiha divê zerar û ziyana mexdûran bê tezmînkirin. Hikumeta AKP-MHP’ê ji karesatê berpirsyar e, em hemû berpisyaran bi tundî şermezar dikin.

Divê xwedî li mexdûran bê derketin

Xelkê wê deverê mexdûr in û pêwîstiya wan, bi hemû cureyê alîkarîyê heye. Li ser vê, em bang li hemû gelê Kurdistanê û saziyên xêrxwaziyê dikin ku berê xwe bidin herêmê û xwedî li mexdûran derkevin. Em ê jî bi hemû hêza xwe ve li ser bûyerê rawestin û li gel mexdûran cihê xwe bigirin.

Bi vê minasbetê, em carek din ji malbatên windayiyan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”