NAVENDA NÛÇEYAN
Ciwanek li Zaxo di rûbarê Xabûr de xeniqî. Cenazeyê wî ji rûbar hate derxistin û birin Tiba Edlî ya Zaxo.
Ciwanekê 21 salî li Zaxo ya girêdayî parêzgeha Duhokê di rûbarê Xabûr de xeniqî. Cenazeyê wî ji rûbar hate derxistin û birin Tiba Edlî ya Zaxo.
Rêveberê Parastina Sivîl ya Zaxo ragihand k udi saet 17:05’an de ew hatin agahdarkirin ku li Zaxo ciwanekê 21 salî di rûbarê Xabûr yê di navbera gundên Xirababkê û Çemsîrmû de xeniqî ye.
Herwiha da zanîn ku ciwanê ku di rûbarê Xabûr de xeniqî ye ji Şengalê ye û cenazeyê wî ji aliyê tîmên Parastina Sivîl ya Zaxo ve hatiye derxistin û got; “Tîmên me yên parastina sivîl zêdetirî saetekê di rûbarê Xabûr de li cenaze geriyan heta ku karîn bibînin. Piştî ku cenaze hat dîtin birin Tiba Edlî ya Zaxo.”
(wd)