Li Enbarê 100 kes bi xwarina dawetê jehrî bûn

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li parêzgehan Enbarê di pîrozbahiyek dawetê de ji ber xwarinê 100 kes bi jehrê ketin.

Li gorî medya Iraqê duh bi şev li parêzgeha Enbarê 100 kes ji ber xwarina dawetê bi jehrî bûne. Çavkaniyê ragihand ku di ahengek dawetê ya lEnbarê de bûyer pêkhatiye û kesên nexweş ketine rakirine nexweşxaneyê.

Tê gotin kesên bi jehrê ketine, vereşiyane, di qirika wan de êş derketiye û laşê wan germ bûye. Li gorî heman çavkaniyê rewşa gelek ji wan kesan girane û li nexweşxaneyê tên ragirtin.

Hêjayî gotinê ye sala borî jî di ahengek zewacê de bi dehan kes piştî xwarinê jehrî bibûn û rakiribûn nexweşxaneyê.