Hêzên Îranê êrişî kolberan kirin

Hêzên Îranê li herêma Selas êrişî kolberan kirin û di encamê de kolberek birîndar bû. 6 kolber jî di qezayek trafîkê de birîndar bûn.

Êrişên hêzên Îranê yên li ser kolberan bê navber dewam dikin. Di 26’ê Sibatê de di qezayek trafîkê ya li herêma Şiwankare ya ser bi Rewanserê, 6 kolber birîndar bûn.

Duh ji birîndaran, kolberê bi navê Mêrsad Derwêş (19) ê xelkê herêma Selas li nexweşxaneya Kirmaşan jiyana xwe ji dest dan.

Duh kolberê bi navê Rostem Nijad jî di encama êrişa hêzên Îranê ya li herêma Kaberdî ya ser bi Newsud birîndar bû û rakirina nexweşaneya Quds ya Pawe.

Gorî agahiyên nûçeya Kolbernewsê, di sala 2022’yan de 43 kolber li herêmên ser sînor hatine kuştin  û 215 jî birîndar bûne.

(nr)