Dadgeha Federal wê ji ber giliyek li ser Herêma Kurdistanê bicive

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand wê îro ji ber giliyê kompanya giştî ya bazirganiya beşa xurak a Iraqê ya li ser wezareta bazirganî û pîşesazî ya Herêmê ku têde daxwaza pereyê 17 salan ê xurakê ji Herêmê dike, bicive. Di giliyê hatî kirin de tê gotin ku Herêma Kurdistanê ji sala 2004’an ta 2021’an pereyê beşa xurakê radestî Bexdayê nekiriye.

Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku wê îro ji ber giliyê kompanya giştî ya bazirganiya beşa xurak a Iraqê ya li ser wezareta bazirganî û pîşesazî ya Herêmê ku têde daxwaza pereyê 17 salan ê xurakê ji Herêmê dike, bicive.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di giliyê hatî kirin de tê daxwazkirin hikûmeta Herêmê pereyê beşa xurakê ku ji 1’ê Çileya 2004’an ta 3’yê Îlona 2021’an ve ji welatiyan werdigre, radestî Bexdayê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hatibû gotin ku wê dadgeha federal li ser heman mijarê di 30’yê Çile 2023’an de runiştiba, lê ji ber çend sedemek runiştin ji bo îro hatibû paşxistin.

(kş)