Ji Spanyayê gelek sazî, sendîkavan û akademisyen, ji bo Rêber Ocalan bang kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Spanyayê 81 saziyên civakên sivîl, komale û sendîkavan têkildarê tecrîda girankirî ya li sere Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji CPT’yê re nameyek nivîsîn û banga ‘bikevin tevgerê’ kirin.

Li Spanyayê 81 saziyên civakên sivîl, sendîkavan, komale û akademisyen ji bo Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkence û Muameleyên binpêkirina rûmetê ango dijmirovahiyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mîtchell’e nameyek şand. Di nameye de hat xwestin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bikevin tevgerê.

Di nameyê de, hate destnîşankirin ku daxwaza bi mîlyonan Kurd rakirina tecrîdê ye û hat gotin ku pêkanînên li Îmraliyê şêweyek a êşkenceyê ye.

Di nameye de ev tişt hatin gotin:

“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi mîlyonan Kurd weke nûnerê xwe yê siyasî dibîne ev 38 meh in ji aliyê dewleta Tirk ve li Greva Îmraliyê tê tecrîd kirin û agahî jê nayê girtin. Birêz Ocalan di vê dema tecrîdê ya dijmirovahî û dijhiqûqê de destûr nehatiye dayîn bi ti awayî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Têkiliyên Ocalan ji aliyê cîhana derve ve hatiye birîn û bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

Di vê serdemê de Tirkiye, hewl da Girava Îmraliyê veguherîne ‘tabûteke ku avjeniyê dike’. Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye, ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de rastî êşkenceyên hovane tê. Lê di nava 3 salên dawî de derbarê tenduristiya wî de agahî nehatiye dayîn û ev yek bûye sedemên fikarên cidî. Di vê rewşê de cihê mayîna wî jî nayê zanîn, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek Kurdên ku wî mîna nûnerê xwe yê siyasî dibînin, mijarek gelek hesas e.

Ji ber van sedemên ku zehmetî çêdike, em ji we CPT’yê daxwaz dikin ku bikevin tevgerê. Encax bi vî awayî dikare tirsa me kêm bike. Mîna CPT’yê mafê we heye ku hûn biçin serdana hemû girtîgehên dewletên alîgirê vê peymanê ku Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek derfet û qabîliyetek dide we ku hûn komeke xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikûmeta Tirk mecbûre bêsînor rê bide we ku hûn Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û hevdîtinek taybet pêk bînin. Bi vî awayî bêyî ku di bin zextek de bê girtin, dikare bi we re di nava veşartîbûnek de têkilî dayîne.

Em dixwazin CPT’yê li gorî xala 3’yemîn a rêziknameya KE’yê tevbigere; Her endamekî Konseya Ewropayê divê pîvanên serdestiya hiqûqê û mafê mirovan û azadiyên bingehîn ên hemû kesan di çarçoveya hiqûqê de nas bike.’ Birêz Ocalan welatiyekî dewleta YE’yê ye ku ev bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar maye û ev sê sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên qanûnî, weke dîtina parêzerên xwe û hevdîtina bi malbata xwe re bê par maye.

Bi hemû jidiliya xwe, daxwaza me ji we ew e ku bi lezgînî erkên xwe bi cih bînin û ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina rewşa tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê. Tevî vê yekê, eger hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku tevahî pîvanên KE’yê û CPT’yê pêk bîne û teşwîq bikin ku destûrê bide malbat û parêzerên Ocalan ku biçin serdana wî, em ê gelek kêfxweş bin. Ev wê bibe wesîle ku pirsgirêkek lezgîn a mafên mirovan ku bandorê li mîlyonan Kurdan dike bê girtin dest û her wiha dê ruhê lihevhatinê ku bi lezgînî ji bo çareseriya aştiyane ji pirsgirêka Kurd re li Tirkiyê hewce ye, nû bike.”

Lîsteya îmzevanan  

‘’45 sazî, sendîka, rêxistinên cîvakî yên sivîl:

*Agrûpacîon Icarîa Acontracorrîente, Federasyona Anarşîst a Iberîayê, Sevîlla
*ARRAN, Rêxistina Ciwanan, Barselona
*Meclîsa Antîespecîstayê, Madrîd
*Meclîsa Collado Villalbayê, Madrîd
*Komeleya Parêzerên Azad, Madrîd
*Apoyo Mûtûo, Aragon
* Roberto el Pîrata, Komeleya Çandî, Cantabrîa
* Komeleya Solîdarîa Intersîndîcalê, Valensîya
* Komeleya Recîproka Sûbtenoyê, Tenerîfe
Zanîngeha Gel, Bûrgos
*Lucîano Romero Molîna” Komeleya Penaberên Kolombiyayê, Astûrîas
* Kolektîfa Gûadaûcayê, Badajoz

* Kolektîfa Karkerên Vallekasê, Madrîd
* Kolektîfa Yretîembleyê, Madrîd
* Sol Legal, Buroya Hiqûqê, Madrîd
*COSAL, Komîteya Hevgirtinê ya bi Emerîkaya Latîn re, Astûrîas
* CSCA, Komîteya Hevgirtinê ya bi Pirsgirêka Ereban re
* CGT, Konfederasyona Giştî ya Karkeran
* CGT, Şaxa La Rîoja
* CGT, Şaxa Bûrgosê
*CIG, Konfederasyona Intersîndîcal a Galîzayê, Galîza
* CNT, Konfederasyona Karkeran a Navneteweyî, Şaxa Terûelê
* CNT, Şaxa Colmenar Vîejoyê
* CNT, Şaxa Comarcal Sûrê
* CSOA, Navenda Civakî, Bask
*Komîteya Ekolojîstên Çalakger, Astûrîes
*Weqfa Komunan, Tevahiya dewleta Spanyayê
* Sendîkaya Yekîtiyê, Astûrîas
*Konfederasyona Sendîkayên Katalanyayê
*Komîteya Navneteweyî, Bask
*Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re, Îngilîstan
*Insiyatîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re, Bask
* Partiya Keskan, Astûrîas
*Komeleya Lûmaltîk Herrîakê, Bas
*Dayîkên li dijî Zextê, Madrîd
*OSTA, Sendîkaya Karkeran, Aragon
* Platforma Parastina Tenduristiya Raya Giştî, Astûrîas
*Kovara Vîento Sûrê

*RAM, Komîteya Azadiya Rojava, Madrîd
*Mala Hevgirtinê ya Zabaldîyê, Pamplona û Navarra
* 13 Berpirsên sendîka û komeleyên çapemeniyê
22 akademîsyen
*Adrîan Almazan Gomez, Vîtorîa-Gasteîz, Araba
*Begona Landa Calvo, Castrîllîonn, Astûrîas
*Benjamîn Jimenez de la Hoz, Madrîd
*Danîel Garcîa, Madrîd
*Emîlîo Nevado Gûerra, Castrîllon, Astûrîas
*Esteta Mateo Regûeîro, Menarco
* Francîsco Joser Espano, Prefesorê Zanîngeha Carlosê
* Javîer Rodrîgûez Martîn, Valladolîd
* Jûan Vîllasante Claramonte Sedavî, Valensîya
* Jose Mîgûel Sanemeterîo, Dîroknas, Bas
*Marîa Antonîa Olîver Rotger, Barselona
*Marîa Letîzîa Epîscopo, Pisa, Îtalya
*Marta Fernandez Garcîa, Ovîedo-Astûrîas
*Nelly Bocchî, Fîdenza, Îtalya
*Nîcoletta Manûzzato, Rojnameger
*Nûrîa Pomposo Rodrîgûez, Candabrîa
*Rîcardo Hoyos Brage, Collado Medîano, Madrîd
* Ruben de la Pena Martînez, Bûrgos
* Teresa Cortes Jûrado, Parla, Madrîd
* Tîzîano del Cotto, Vîllasanta, Îtalya
* Yanîra Hermîda Martîn, Profesorê Dîrokê, Canarîa.’’