Li Dêrazor û Tebqayê ji bo azadiya Rêber Ocalan meş pêk hatin

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên kantonên Dêrazor û Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û destnîşan kirin ku hewldanên dewleta Tirk, vîna wan naşikîne û hevgirtina wan jî têk nabe.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirşûma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bi sedan şêniyên bajarokê Kesra yê kantona Dêrazorê meşiyan.

Meş ji pêşiya Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya Delê rawestiya.

Li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Rewda El Hisên daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de zextên dewleta Tirk a dagirker ên domdar li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hatin şermezar kirin û hate diyarkirin li hember wan fişaran jî, têkoşîna gelên azad ên xwedî li fikrên wî derketine, mezin bû.

Di daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civakeke siyasî ya ekolojîk li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

Tebqa

Her wiha di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê meşek li dar xist. Şênî, nûnerên saziyên sivîl, meclis û komînên bajarê Mensûra, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Mensûra û Tebqayê tev li meşê bûn.

Meş ji têketina bajarê Mensûra dest pê kir û li têketina bajêr a li aliyê rojhilat rawestiya.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulîzer Henan daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîd li dijî hemû pergal û peymanên navneteweyî ye ji ber wê azadîxwaz û têkoşeran li Ewropa û Rojhilata Navîn û heta bakurê Afrîkayê derketin xwepêşandanan.

Her wiha di heman çalakiyê de Hevserokê Meclisa Sivîl a El Mensûra Mihemed El Mehmûd axivî û got: “Hewldanên dewleta Tirk vîna me naşikînin. Bandor li hevgirtina me ya li hember planên dijminan jî nake.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawîn bûn.