Dilsoz Resûl bi tabloyên xwe êşa Kurdan û zehmetiyên jinan nîşan dide

SILÊMANÎ

Jina şêwekar Dilsoz Resûl bi firçeya di destên xwe de êşa Kurdan û zehmetiyên jinan dixe tablo û nîşan dide. Dilsoz got: “Ez ti demê bêhêvîtî li jiyanê temaşe nakim, hêviyê didim jinan û hertim zemînek ji bo keyfxweşî û heskirinê dihêlim.”

Şêwekar Dilsoz Resûlî ji zarokatiya xwe de keyfa wê ji çêkirina wêne û tabloyan re hatiye, li gor wê reng û tablo dikarin peyamek baş bidin mirovan. Ji bo wê ew hertim hewl dide bi rêya xêzkirina wêneyan peyamên cûda yên jinan bigihîne civakê.

Dilsoz Resûl (42) li navçeya Koye hatiye dinê, beşa şêwekarî li Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye û li Silêmaniyê dijî. Heta niha bi wêneyên xwe tevlî 46 pêşangehên hevbeş ên şêwekariyê bûye.

Wek Dilsoz dibêje, ji zarokatî de heskirina wê ji karê çêkirina wêne re hebû û di sala 1990’an de bi çalakiyên li dibistanê tevlî cîhana wênesaziyê bûye. Piştre jî li peymangehê beşa şêwekarî qedandiye û niha jî ew dixwaze bi rêya tabloyan xeyal û cîhana xwe bi awayek hunerî nîşan bide.

Dilsoz Resûl diyarkir ku wê li navxwe û dervey Kurdistanê tablo û wêneyên xwe nîşandaye û heta niha tevlî 46 pêşangehên hevbeş ên şêwekarî bûye.

Di derbarê astengî û zehmetiyên di jiyana wê ya hunerî de derketine jî Dilsoz Resûl got: “Tevî ku li Başûrê Kurdistanê dest bi ser azadiyên jinan de hatiye girtin û bûne asteng ji bo jin bi xwesteka xwe kar bikin, lê min kariye bi piştgiriya malbata xwe hemû astengî û zehmetiyan derbaskim. Ez ti demê bêhêvîtî li jiyanê temaşe nakim, hêviyê didim jinan û hertim zemînek ji bo keyfxweşî û heskirinê dihêlim.”

Dilsoz da zanîn ku divê jin astengiyên li pêş xwe rakin, ber bi armanca xwe ve bimeşin, xwezayîbûna xwe biparêzin û wisan bikarin serkeftinê bidestbixin.

Di dawiyê de jî Şêwekar Dilsoz Resûl got: “Ez dixwazim bi hunera xwe nîşanî civaka Kurd bidim ku hêzekin, xwedî kêrhatinên xwe yên taybetin û dikarin li ser lingên xwe bisekinin.”

(kş)