Nuçegihan Ehmed Şamkî piştî 5 rojan hate berdan

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku beriya demek kurt nuçegihan Ehmed Şamkî ku beriya 5 rojan ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li Şêladizê hatibû girtin, bi kefalet hate berdan.

Duh Berpirsê malpera 7Roj Suheyb Ehmed da zanîn ku nûçegihanê wan Ehmed Şamkî li Şêladizê ji ber eşkerekirina dosyeyek ya gendeliyê di 26’ê mehê de li Şêladizê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin.

Suheyb Ehmed diyarkiribû ku ji ber ku nûçegihanê wan behsa firotina beşek ji şuqeyên giştî yên li bajarokê Şêladizê kiriye, li ser giliya serokê şaredariya Şêladizê hatiye binçavkirin.

Hate ragihandin ku Ehmed Şamkî îro ango piştî 5 rojan bi dayîna kefaletê hatiye berdan.

(fk)

Rojnamevanek li Şêladizê 4 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin