Dewleta Tirk 800 kesên biyanî li Girê Spî bi cih kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî didomîne. Di meha Hezîranê de 800 kes bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatin derxistin û li Girê Spî hatin bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî bê navber didomîne.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku desthilata Tirk di meha Hezîranê de 800 kes bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistine û li bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi cih kirine.

Li gorî çavkaniyan, kesên li Girê Spî hatine bicihkirin, ji Filistîn, bajarê Hema, Heleb, Idlib, Dêrazor û gundewarên Şamê ne.

5`ê Hezîanê dewleta Tirk berê ciwanekî Filistînî yê ji Xezayê ku li Tirkiyeyê dima, da Girê Spî.

Dewleta Tirk ji destpêka Nîsana 2022’yan û vir ve 72 Iraqî jî di nav de, 35 hezar û 800 kes li Girê Spî bi cih kiriye.